Li navçeya Şêrawa ya Efrînê şer di navbera çeteyan de derket

Li gundên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî şer di navbera çeteyên bi navê Tehrîr El-Şam û Artêşa Niştimanî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de, derket.

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê şer di navbera çeteyan de derket
18 hezîran, 2022   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor zanyariyên ku nûçegihanê me ji çavkaniyên ji kantonê bi dest xistine, li gundên navçeya Şêrawa ya başûrê kantona Efrînê şerên giran di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û çeteyên “Artêşa Niştimanî” de, derketine.

Her wiha li gor çavkaniyan, çeteyên Tehrîr El-Şam gundên Basûfan û Beiyê û benda kontrolê yê gundê Xezawiyê kontrol kirine.

Şer li gundê Basûtê jî bi giranî didome.

(mh)

ANHA