Xebatên roja yekem a kongreya PYD'ê bi dawî bû

Piştî nîqaşkirina rapora xebatên dewreya derbasbûyî, xebatên roja yekem a kongreya 9'an a Partiya Yekitiya Demokratîk bi dawî bû, sibe jî dê kongre dewam bike.

Xebatên roja yekem a kongreya PYD'ê bi dawî bû
18 hezîran, 2022   20:25
HESEKÊ

Xebatên roja yekem a Kongreya 9'an a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku vê sibehê li bajarê Hesekê bi diruşmeya "Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin" dest pê kiribû bi dawî bû.

Kongre bi amadebûna 700 delege û endamên nivîsgeh û nûnerên partiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Ewropayê, her wiha bi dehan nûnerên 32 partî û kombûnên siyasî yên Kurdî, bi dehan nûnerên partiyên siyasî yên Erebî, Suryanî, Saziyên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket.

Di roja yekem a kongreyê de, li ser navê hevserokatiya partiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Federasyona Birîdarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongra Star axaftin hatin kirin û peyamên pîrozbahiyê, rapora kar û xebatên partiyê hat xwendin û nirxandin.

Li gor Komîteya Amadekar a kongreyê, dê sibe rewşa rêxistinî ya dewreya derbasbûyî bê nîqaşkirin, rêzikname bê erêkirin, hevserokatî û meclisa partiyê her wiha komîteya displînê bê hilbijartin.

(şt)

ANHA