Însyatîfa Sûrî ji bo azadiya rêber Ocalan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Însyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bi diruşma "Îdyolojî û felsefeya rêber Apo modêla çareseriya demokratîk e” panelek li dar xist, bi armanca nîqaşkirina rêbazên çareserkirina aloziyan li gorî fikrên rêber Abdullah Ocalan. Panel bi encamnameyekê bi dawî bû.

Însyatîfa Sûrî ji bo azadiya rêber Ocalan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Însyatîfa Sûrî ji bo azadiya rêber Ocalan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Însyatîfa Sûrî ji bo azadiya rêber Ocalan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Însyatîfa Sûrî ji bo azadiya rêber Ocalan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Însyatîfa Sûrî ji bo azadiya rêber Ocalan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Însyatîfa Sûrî ji bo azadiya rêber Ocalan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Însyatîfa Sûrî ji bo azadiya rêber Ocalan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Însyatîfa Sûrî ji bo azadiya rêber Ocalan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Însyatîfa Sûrî ji bo azadiya rêber Ocalan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Însyatîfa Sûrî ji bo azadiya rêber Ocalan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
18 hezîran, 2022   18:08
HELEB

Ji ber rola mezin a rêber Abdullah Ocalan di destnîşankirina çarenûsa gelek dozên asteng de li Rojhilata Navîn û lêkolînên û parêznameyên fikrî û siyasî yên rêber Abdullah Ocalan yên der barê mijarên stratejîk û dîrokî yên çarenûsî de, îro Însyastîfa Sûriye ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê bi amadebûna gelek kesayetên ku bi rêber Ocalan re civiyane panelek lidar xist.

Panel li hola Star Layt a li herêma Şiqêf a taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna bi dehan nûnerên pêkhateyên Heleb û Şehbayê li dar ket.

Di panelê de beşa yekem bi navnîşan "Vejandina fikrê azad" ji aliyê endama rêveber a însyatîfê Amne Xidiro ve hate birêvebirin.

"DIVÊ CPT Û CIVATA NAVNETEWEYÎ JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN ERKÊN XWE BÎNIN CIH"

Amne îşaret bi pênaseyên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî têgehên azadî û demokratiyê kir û behsa dîroka şaristanan û olan û avabûna civakan kir.

Her wiha diyar kir ku rêber Ocalan lêkolîn li ser şaristaniyên li herêmê di çarçoveya têgihiştina dînamîkî û hêzên muherik ên dîrokê û naskirina nuqteyên hêz û lawaziya wê de çêkiriye.   

Di dawiyê de Amne got: "Dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were, da careke din vegere xebatên siyasî, da ku çareseriyên guncew ji aloziyên herêmê re bibîne. Li ser wê, Amne bang li civata navneteweyî û CPT kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi erkên xwe rabe.

`TUNEBÛNA DEWLETÊN NETEWPEREST DÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN PÊK BÎNE`

Endamê Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mirî El-Şiblî da zanîn ku bi pêşengiya fikrê rêber Abdullah Ocalan zemîna pêkanîna projeya neteweya demokratîk danî ku di encamê de Rêveberiya Xweser ava bû.

Her wiha daxuyand ku tecrubeya berxwedanê ya Şêxmeqsûd ku di bin siya şerê gel ê şoreşgerî de hatiye nîşandan, bi pêşengiya fikrê rêber Abdullah Ocalan bû ku di encamê de bi ser ket.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê  Heyfa Hesen diyar kir ku pêkanîna azadiya rêber Abdullah Ocalan erkê tevahiya gelên Rojhilata Navîn e û got: Pêkanîna fikrên wî ji bo avakirina civakeke demokratîk, dê jiyana gelan biguhere û dê dewletên netewperest jî tune bibin. Pê re dê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.  

`FIKRÊN RÊBER OCALAN RÊ LI BER BIKARANÎNA KAPÎTALÎZMÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN DIGIRE`

Parêzer û hevserokê Komeleya Mafên Azadiya Mirov a Almanyayê Umer Guneş, endamê Konfransa Niştimanî ya Kurdistanî, mamosteyê di zanîngeha Duhokê Kamîran Berwarî, hiqûqnas û nivîskarê siyasî yê Filistînî Zeyd El-Eyûbî û rêveberê giştî yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li Ewropayê Fayiq Yagazî tev li panelê  bûn.

Axêveran di vî beşî de, îşaret bi têkoşîna hevbeş a d inavbera gelan de ku sûd ji fikrên rêber Abdullah Ocalan girtine, kirin. Her wiha diyar kirin ku divê li ser vê bingehê azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Her wiha destnîşan kirin ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ne rewa ye. axêveran pergalên cîhanî û kapîtlazî, bi têkbirina projeya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan tawanbar kir.

`REWABÛNA DADGEHÊN TIRKIYÊ DI DOZA RÊBERTÎ DE`

Di vî beşî de endamê însiyatîfê parêzer Mihemed Emîn axivî û destnîşan kir ku dadgehên Tirkiyê li dijî rêber Abdullah Ocalan gelek binpêkirin pêk anîn, ji ber rêber Ocalan ne kesayetekî temsîl dike lê belê îradeyeke rastîn a zêdetirî 60 milyon Kurd temsîl dike.

Di dawiyê vî beşî de, îşaret bi girîngiya bikaranîna hemû rêbazan da ku rêber Abdullah Ocalan azad bibe hate kirin ji ber kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn di destê wî de ye.

PÊŞNIYAR Û ENCAMNAME

Paşê pêşniyar û encam hatin nîqaşkirin û di dawiyê de ji aliyê beşdaran ve hate erêkirin.

Encmaname wiha ye:

Daxwaz ji sekretêrê Giştî yê NY`yê bê kirin ku CPT`iyê çalak bike da ku rewşa rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de lêkolîn bike, rewşa wî di çarçoveya lihevkirina NY`yê ya têkoşîna li dijî îşkenceyê de çareser bike ku Tirkiyê sala 1988`an li ser îmze kiriye.

Kar û xebat bê kirin da ku navê PKK`ê ji lîsteya terorê were derxistin, ji ber rejîa Tirk mayîna navê PKK`ê di lîsteya terorê de li pêşiya civata navneteweyî bikar tîne ji bo ku rêber Abdullah Ocalan azad nebe.

Daxwaznameyekê bi navê Desteya Parastinê ya Rêbertî û bi navê Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêbertî ji Komeleya Giştî ya NY`yê re bê pêşkêşkirin ji bo ku danûstandinên aştiyê bi Tirkiyê re destpê bikin.

Daxwaznameyekê bi navê Desteya Parastinê ya Rêbertî û bi navê Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêbertî ji sekreterê giştî yê NY`yê re pêşkêş bikin, da ku desthilata xwe bi kar bîne ji bo rêber Abdullah Ocalan yekser serbest bê berdan.

Daxwaznameyekê ji parlementoya Siwêd, Danîmark û Holndayê re were pêşkêşkirin da ku navê PKK`ê ji lîsteya terorê were rakirin û paşê daxwaznameyekê ji parlementoya Ewropayê re were şandin ji bo ku erkê xwe li hember tecrîda li ser rêbertî pêk bîne.

Li darxistina çalakiyan li ser astên herêmî û navneteweyî ji bo danesîna felsefeya rêber Ocalan.

Dayîna mekanîzmeya xebat û bilindkirina koordîneyê di navbera Desteya Parastina Rêbertî û Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêbertî de da ku fişar li hikumetan û rêxistinên navneteweyî bê kirin ji bo ku binpêkirinên dewleta Tirk were sînordarkirin, siyaseta tecrîda li ser rêbertî bi dawî bibe û xebat ji bo azadiya wî were kirin.

Di hemû astan de xebat bê kirin, berdewamkirina bangewaziyên azadiya rêbertî li ser medya dîjîtal, meşandina xebatan ji bo belavkirina fikr û felsefeya rêber Ocalan, avakirina peywendiyan bi kesayetên siyasî, hiqûqî û dîplomasî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.

(EKÎP)

ANHA