Jinên Dêrazorê: Em ê li hember dagirkeran li ber xwe bidin

Jinên gundewarê Dêrazorê êriş û destwerdanên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew amade ne xaka xwe biparêzin.

Jinên Dêrazorê: Em ê li hember dagirkeran li ber xwe bidin
18 hezîran, 2022   15:42
DÊRAZOR

Bi dehan şênî, nûnerên meclisên herêmî, saziyên sivîl û endamên saziyên leşkerî yên rojhilatê Dêrazorê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Herêma Rojhilat Zehra El-Milhim ve li qada seyrangeha bajarokê Hecîn ê rojhilatê Dêrazorê, hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji siyasetên xwe li dijî herêmê armanc dike, berjewendiyên xwe li ser gelê herêmê ferz bike û ev yek tişteke gelek xeter e ku bi rêya wê hewl dide, nexşerêya Sûriyê, tevna civakî ya Sûriyê, pirrengî û jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên wê de, parçe bike.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi gurbûna şerên di navbera hêzên cîhanî de, ji bo ku hegemoya xwe ferz bikin, hêzên herêmî mîna Tirkiyê vê aloziyê bi kar tînin û bi hevkariya Barzaniyan, planên xwe pêk bîne.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hikumeta Tirkiyê hewl dide dengê heqiyê bêdeng bike yan bi rêya girtinan an jî kuştinan. Mînaka wê jî, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin. Dewleta Tirk hewl dide şerê her projeyeke demokratîk bike ku banga azadiya gelan dike. Ji ber ku ev proje rastiya îdiayên wê yên nerast der barê azadî û demokratiyê de eşkere dike.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi armanca projeya dijminane ya dewleta Tirk a dagirker li dijî dewletên cîran hate kirin û hat diyarkirin ku armanca wê ya sereke parçekirina civaka Sûriyê ye.

Her wiha bang li hemû welatparêz û tevahiya pêkhateyên herêmê hat kirin ku dev ji xaka xwe bernedin û wê ji êrişên dagirkeriya Tirk biparêzin û hate diyarkirin ku rûspî, rewşenbîr, jin, ciwan, cotkar û karkerên herêma Rojhilat dê li rex rêveberiya xwe û hêzên xwe yên leşkerî bin û dê li hember hemû êrişên li dijî herêmê li ber xwe bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û civata navneteweyî hat kirin ku destwerdanên dagirkeriya Tirk rawestînin û rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên azadiyê rizgar bikin.

(mh)

ANHA