Li Dêrazorê navenda Meclisa Civakî ya Ermenî hat vekirin

Navenda Meclisa Civakî ya Ermenî bi merasîmekê li gundewarê rojava yê Dêrazorê hate vekirin.

Li Dêrazorê navenda Meclisa Civakî ya Ermenî hat vekirin
Li Dêrazorê navenda Meclisa Civakî ya Ermenî hat vekirin
Li Dêrazorê navenda Meclisa Civakî ya Ermenî hat vekirin
Li Dêrazorê navenda Meclisa Civakî ya Ermenî hat vekirin
Li Dêrazorê navenda Meclisa Civakî ya Ermenî hat vekirin
18 hezîran, 2022   15:24
DÊRAZOR

Di merasîma vekirina navendê de endamên Meclisa Civakî ya Giştî ya Ermenî ya bajarê Hesekê û endamên saziyên civaka sivîl û meclisên leşkerî û hejmarek ji şêx û rûspiyên eşîran amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre serokê Meclisa Civaka Ermenî ya şaxê Dêrazorê Mihemed El-Ilêwî axivî û got: "Ji ber hovîtiya dewleta Osmanî, ji beriya 107 salan ve Ermen ji vê herêmê û gelek herêmên din ên cîhanê koçber bûne."

Mihemed El-Ilêwî spasiya hemû şêniyên Dêrazorê kir ku di dema koçberiyê de alîkariya gelê ermenî kirin û got: "Bi vekirina vê navendê em teqez dikin ku me doza ermenî û komkujiyên Osmaniyan ên sala 1915'an ku zêdeyî milyon û 500 hezar kes şehîd bûne ji bîr nekiriye."

Mihemed El-Ilêwî her wiha ev tişt anî ziman:"Amadebûna we li vir moral dide hemû welatiyên ermenî yên li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet."

Mihemed El-Ilêwî spasiya Rêveberiya Xweser li ser keda wê di vekirina navendê de kir.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarê rojava yê Dêrazorê Zeîm El-Mehmûd jî vekirina navendê pîroz kir û got: "Tu cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de tuneye, em hemû li hember projeyên têkbirina hevgirtina civakî yek dest in."

Endama rêveber a Komîteya Jinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê de Hind El-Ehmed jî got:"Vekirina navenda Meclisa Civakî ya Ermenî li Dêrazorê teqezî li ser biratiya gelan piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê dike."

(şt)

ANHA