Şêniyên Til Birak û Tirbespiyê şehîd Sema Yuce bi bîr anî

Sema Yuce di salvegera 24'an a şehadeta xwe de li navçeyên Tirbespiyê û Til Birakê hat bibîranîn.

Şêniyên Til Birak û Tirbespiyê şehîd Sema Yuce bi bîr anî
Şêniyên Til Birak û Tirbespiyê şehîd Sema Yuce bi bîr anî
Şêniyên Til Birak û Tirbespiyê şehîd Sema Yuce bi bîr anî
Şêniyên Til Birak û Tirbespiyê şehîd Sema Yuce bi bîr anî
Şêniyên Til Birak û Tirbespiyê şehîd Sema Yuce bi bîr anî
Şêniyên Til Birak û Tirbespiyê şehîd Sema Yuce bi bîr anî
18 hezîran, 2022   15:58
QAMIŞLO

Şehîd Sema Yuce bi nasnav Serhildan di 21'ê Adara 1998'an de li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker li hember girtiyên li zindanan agir berda bedena xwe di 17'ê Hezîrana heman salê de şehîd bû.

Ji bo bîranîna şehîd Sema Yuce di salvegera 24'an a şehadeta wê de, Kongra Star a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo semînerek da. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li semînerê bûn.

Piştî kêliya rêzgirtinê, rêvebera Kongra Star a  Tirbespiyê Şerîfa Murad beşek ji peyama şehîd Sema Yuce ya ji bo rêber Ocalan xwend.

Şerîfa Murad diyar kir ku jinê di dîrokê de şerê hişmendî û siyasetên ku dixwazin vîna wê têk bibin û wê ji doza rizgariyê dûr bixin kiriye û mînaka herî ber bi çav jî şehîd Sema Yuce ye ku li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker agir berda bedena xwe.

Şerîfa Murad anî ziman ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan ên bi destxistina azadiyê û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin.

Di heman çarçoveyê de şêniyên navçeya Til Birakê û endamên saziyên sivîl  şehîd Sema Yuce bi semînerkî bi bîr anî.

Semîner li navenda çandê ya li Rojavayê navçeyê hat lidarxistin.

Semîner bi kêliyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama koordînasyona Kongra Star Muna Yûsif geşedanên siyasî nirxand.

Muna Yûsig bal kişand ser jiyana şehîd Sema Yuce û got:"Li hember siyasetên hov ên dewleta Tirk a dagirker û nêzîkatiyên wê li hember têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê şehîd Sema agir berda bedena xwe."

Muna Yûsif bal kişand ser sîfatên şehîd Sema Yuce û got: " Şervaneke cûda bû, hemû sîfetên lehengiyê di kesayetê wê de hebû.  Sema Yuce di 21'ê Adara 1998'an de berda bedena xwe di 17'ê Hezîrana heman salê de şehîd bû, ji ber ku faşîmza Tirk nehişt were tedawîkirin. "

(şt)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kCVbsX1LmRE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>