Soylu serdana avahiyeke mêtingeriyê yên li Girê Spî kir

Çavkaniyan ji kantona Girê Spî ya dagirkirî, eşkere kir ku wezîrê karên hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana avahiyên mêtingeriyê yên ku bi awayekî nerewa hatine avakirin, kir.

Soylu serdana avahiyeke mêtingeriyê yên li Girê Spî kir
18 hezîran, 2022   14:43
EYN ÎSA

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku Soylu serdana avahiyên mêtingeriyê kir ku rêxistina AFAD li kantona Girê Spî ya dagirkirî ava kiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê di 14`ê Nîsanê de eşkere kir ku piştî daxuyaniyê Erdogan ku dê milyonek penaberên sûrî vegerîne Sûriyê û li avahiyên mêtingeriyê bi cih bike, 100 penaberên sûrî ji Tirkiyê derbasî kantona Girê Spî bûne.

Her wiha çavkaniyekî xwecihî ji kantonê ragihand ku ''meclisa herêmî ya Girê Spî'' demeke berê, mal û milkên koçberan li aliyê rojavayê kantonê desteser kirin û da tirkan da ku avahiyên mêtingeriyê li şûnê ava bikin.

(şx)

ANHA