Desteya Çandê yekem pêşangeha pirtûkan li Reqayê vekir

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi dirûşmeya “Xwendin jiyan e”, yekemîn pêşangeha pirtûkan li Reqayê vekir.

Desteya Çandê yekem pêşangeha pirtûkan li Reqayê vekir
18 hezîran, 2022   13:35
REQA

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê, bi boneya vekirina pêşangeha yekemîn a pirtûkan li Reqayê şahiyek li dar xist.

Nêzî 28 weşanxane û bi dehan nivîskar, helbestvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dehan şêniyên Reqayê, endamên Meclisa Sûriya Demokratîk û Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser, beşdarî pêşangehê bûne.

Di şahiyê de hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen, vekirina pêşangehê li wêjevan û rewşenbîrên Reqayê pîroz kir û got: “Bi rêya vê pêşangehê em ê ronahî, zanîn û xwendinê ji nû ve vegerînin bajarê Reqayê.”

Ronahî Hesen wiha domand: “Em îro vê pêşangehê vedikin, bi wê baweriyê ku rewşenbîrî me li hev bicivîne û bi hezkirin û mirovahiyê em bigihîşin bilindtirîn astên afirînerî û pêşketinê.”

Piştre, bi navê Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê, hevserokê komîteyê Fîras Remedan ev tişt anîn ziman: “Ev pêşangeh xwedî girîngriyeke mezin e, ji ber ku ew danûstandineke fikirî di navbera mêvanên pêşangehê de çêdike. Her wiha ew dibe platformeke vekirî ji hemû çandan re, wê demê fikirên siyasî û zanistî yên dê jê derkevin û dê pêşangeh wek handêreke ji bo karên wêjeyî bi hemû cureyên xwe were dîtin.”

Di pêşangehê de nêzî 20 hezar pirtûk û 5 hezar serenav ji 28 weşanxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne pêşkêşkirin. Her wiha hejmarek ji weşanxaneyên hin dewletan wek Iraq, Lubnan û Misrê bi pirtûkên xwe yên wêjeyî û çandî tev li pêşangehê bûne.

Tê payîn ku pêşangeh ji 3 rojan bidome, ku dê tê de hin pirtûkên rewşenbîr û nivîskaran bên îmzekirin, her wiha dê panel û semîner werin pêşkêşkirin.

(mh)

ANHA