Dagirkeriya Tirk mêtîngehên nû li Cindirêsê ava dike

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî piştrast kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi destekdayîn û fînanseya komeleya Xeyir El-Ume 2 mêtîngehên nû li gundên navçeya Cindirêsê li nêzî mêtîngeha li gundê Dêrbelûtê ava dike da ku malbatên filistînî tê de bi cih bikin.

Dagirkeriya Tirk mêtîngehên nû li Cindirêsê ava dike
18 hezîran, 2022   13:30
ŞEHBA

Çavkaniyên taybet dan zanîn ku rêvberê komeleyê Xeyir El-Ume Ebdulcebar Şebelî ku navenda wê li Stenbolê ye tevî serokê rêxistina AFAD'ê û serokê meclisa herêmî ya Cindirêsê ya girêdayî dewleta Tirk, xebatên avakirina avahiyên mêtingeriyê li gundê Mihmediyê yê navçeya Cindirêsê dişopînin.

Komeleya Xeyir El-Ume bi armanca bicihkirina 325 malbatên filistînî, 2 mêtîngehên li gundê Mihemediyê yê navçeya Cindirêsê li nêzî sînorên Sûriyê-Tirkiyê yê li ser beravê çemê Efrînê û li kêlka avahiya mêtingeriyê ya li gundê Dêrbelût ava kir.

Çavkaniyan diyar kir ku hejmara malbatên filistinî ku hatine bakurê Sûriye gihaşt hezar û 488 malbat, her wiha gelek malbatên filistînî ji gundewarê Şamê, Bibîla, Bêt Sehim û Yelda û Colanê hatine.

Dagirkeriya Tirk bi armanca guhertina demografiya herêmên dagirkirî û çewisandina nasnameya wê ya resen, xebatên avakirina avahiyên mêtingeriyê zêde kirine.

(dm)

ANHA