Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne

Rûspiyên êlên Tebqayê bi dirûşma “Sekna êlan” û bi armanca piştgiriya berxwedana QSD`ê çalakiya konvedanê li dar xist.

Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
Rûspiyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
18 hezîran, 2022   13:54
TEBQA

Bi sedan rûspiyên Tebqa, endamên Meclisa Qanûnsaz, Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêxistinên Civaka Sivîl, endamên saziyên sivîl ên Tebqa tev li çalakiya konvedanê bûn ku li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hatiye lidarxistin.

Rûspiyan bi daxuyaniyekê destpêkirina çalakiya konvedanê ragihand. Rûspiyê êla El-Wehib Fehid El-Kuleyb daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li gel berdewamkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bihaneya parastina ewlehiya neteweyî,  êlên herêmê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin, çalakiya konvedanê li dar xist.

Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn ku bi saya wan ewlehî li herêmê pêk hat û projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan bi ser ket.

Her wiha di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku rûspî, êl, sazî, jinên azad, ciwanên şoreşger û hemû beşên civakê bi şervanên li eniyên şer re ne.

Di daxuyaniyê de hemû cureyên guhertina demografiyê hatin redkirin û soza parastina herêmê û destekdayîna hêzên leşkerî hate dayîn.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê, bi navê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê hevseroka meclisê Huda El-Ewan axivî û got: “Em hatin vir ji bo bêjin em li rex hêzên xwe ne.”

/ar/uploads/files/2022/06/18/130853_hda-alawn.webp

Huda El-Ewan teqez kir ku hemû beşên civakê projeyên dagirkeriya Tirk û gefên wê red dikin bi taybet projeya guhertina demografiya herêmên dagirkirî .

Huda El-Ewan anî ziman ku ew bi yekrêzî li rex QSD û Rêveberiya Xweser in.

/ar/uploads/files/2022/06/18/130811_mjd-aljdyd.webp

Di çalakiyê de hevseroka Komîteya Şaredariyan a Tebqayê Mecid El-Cedîd destwerdana dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar kir û got: “Hemû projeyên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmê pêk tîne dê bi bin kevin. Em ê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin.”

/ar/uploads/files/2022/06/18/130826_mylad-alfars.webp

Hevserokê Yekitiya Esnafan a girêdayî Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê, Mîlad El-Faris got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Rifetê bi hiceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dagir bike. Lê em baş dizanin ku ew armanc dike osmaniya berê vejîne.”

Her wiha El-Faris destnîşan kir ku Erdogan dixwaze zêdetirî 30 kîlometre dagir bike û heke ev timayên wê pêk werin, dê aloziyên demdirêj li herêmê rû bidin û aloziya li welêt çareser nabe.

Çalakiya konvedanê dê heta sibe yekşemê berdewam bike.

(şx)

ANHA