Çeteyan li Hemayê êriş birin ser baregehên hêzên hikumeta Şamê

Çeteyên "Eniya Niştimanî ya Rizgariyê" êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li rojavayê Hemayê kirin. Tê gotin ku kuştî û birîndarên hikumeta Şamê hene.

Çeteyan li Hemayê êriş birin ser baregehên hêzên hikumeta Şamê
18 hezîran, 2022   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku çeteyên "Ceyş El-Nesir" yên girêdayî "Eniya Niştimanî ya Rizgariyê" berbanga îro êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Fetatîra yê Sehil El-Xab ê rojavayê Hemayê kirin. Di encamê de kuştî û birîndarên hêzên hikumetê çêbûn.

Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê, vê sibehê bi çekên giran bajarokê Maret El-Nasan ê gundewarê bakurê Idlibê, Filêfil, Bênîn, Sifûhin, Bara, Fitêra yên Cebel El-Zawiyê yê başûrê Idlibê, her wiha deverên Kefer Tal û Kefer Nûran ên gundewarê rojavayê Helebê topbaan kirin. Her wiha bi bejahî herêma Enkawî ya Sehil Xab topbaran kir. Têkildarî kuştiyan agahî nehatin parvekirin.