Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê: Divê hikumeta Iraqê û Başûr kiryarên terorîstane rawestînin

Şaxê Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê a li Germiyanê li ser êrişên deweta Tirk a dagirker daxuyaniyek belav kir, tê de bang li hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê hate kirin ku dijî êrişan bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.

Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê: Divê hikumeta Iraqê û Başûr kiryarên terorîstane rawestînin
18 hezîran, 2022   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê dijî Kurdan dewam dikin. Duh balafirek bêmirov û biçek ya dewleta dagirker, li Kelarê wesayîtek bombe kir, di encamê de 4 welatî şehîd bûn, yek ji wan cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ye.

Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Şaxa Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê a li Germiyan derbarê êrişa duh de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Em bi tûndî êrişa terorî û dijminkarî ya duh a dewleta Tirk ya ser sînorê me şermezar dikin. Ji ber ku ev êriş dikevin çarçoveya binpêkirina yasayên navnetewî. Divê Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê êdî van kiryarên terorîstane ên dagirkeran û dijminên gelê me rawestînin, bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.”