Li Babê komên çeteyan bi hev ketin; kuştî û birîndar hene

Çavkaniyên ji bajarê Babê yê dagirkirî ragihandin ku li bajêr û gundewarê wê di navbera çeteyên “Cebhe Şamiyê” û “Tevgera Ehrar Şam” de şer rûdaye, agahiyên li ser kuştî û birîndarên her du aliyan hene.

Li Babê komên çeteyan bi hev ketin; kuştî û birîndar hene
18 hezîran, 2022   11:22
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên xwedî agahî, îro li bajarê Babê yê dagirkirî di navbera çeteyên “Cebhe Şamiyê” û “Tevgera Ehrar Şam” de şer rûdaye û li gund û navçeyên bajêr jî belav bûye. Hate hînbûn ku di şer de tank û topavêjên “57” hatine bikaranîn.

Çavkaniyan got, çeteyên “Ceyş El-Îslam” ên girêdayî Heyet Tehrîr Şam (Cebhet Nûsra berê) ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, ji bo piştgiriya çeteyên “Cebhe Şamiyê” sewqiyetên leşkerî yên mezin ji bajarê Idlibê ber bi bajarê Babê ve şandine.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku di van kêliyan de li gundên (Qeir Kelbên, Waş, Diwêr Hewa, Eşdûd, Beran, Baroze, Eble, Til Betal) şer rû dide. Her wiha daxuyand ku çeteyên “Ehrar Şerqiyê” rêya di navbera Babê û Rayî de li çûn û hatinê girtine.

Her wiha çeteyên “Cebhe Şamiyê” yên li kantona Efrînê ya dagirkirî ji bo piştgiriya çeteyên li wê derê di şerê bi çeteyên “Ehrar Şam” re, sewqiyetên leşkerî yên mezin şandine gundewarê bajarê Babê.

Li gorî agahiyên destpêkê, heta niha 5 çete hatine kuştin û 4 birîndar bûne û şer hîna berdewam e.

ANHA