Rêveberiya Xweser xebatên avakirina Zanîngeha Kobanê didomîne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî çend salan ji rawestandinê, jinûve dest bi lêkirina Zanîngeha Kobanê kir.

Rêveberiya Xweser xebatên avakirina Zanîngeha Kobanê didomîne
18 hezîran, 2022   11:07
KOBANÊ

Rêxistina Hêvî bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5`ê Nîsana 2018`an li gundê "Mezra Sofiyan" a başûrê Kobanê dest bi lêkirina Zanîngeha Kobanê kiribû, ku ji mezintirîn projeyên li herêmê bû. Lê piştî bidawîkirina qonaxa yekemîn a lêkirinê, ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li djî herêmê û vekişîna rêxistinê ji herêmê, xebatên lêkirina zanîngehê hatin rawestandin.

Bi armanca xurtkirina qada perwerdê li herêmê û pêkanîna guhertinê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din dest bi lêkirina zanîngehê kir ku tê payîn di 6 mehan de bi dawî bibe.

Rêveberiya Zanîngeha Kobanê diyar kir ku berdewamkirina lêkirina zanîngehê ku ew ê zêdetirî 2 hezar xwendekaran pêşwazî bike girîng e, bi taybet piştî hejmara xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi her du şaxên xwe yê wêjeyî û zanyarî zêde bûye.

Têkildarî mijarê, hevserokê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî û got: "Li gorî rewşa heyî divê hîn zêdetir kar û xebat were kirin û dest bi berdewamkirina lêkirina Zanîngeha Kobanê were kirin. Di vê demê de diviyabû ev gav bihata avêtin bi taybet hejmara fakulteyan û xwendekaran li zanîngehê zêde bûye û erka me ye ku em mercên guncaw ji bo xwendinê ji wan re peyda bikin."

Şervan Muslim diyar kir ku herêm bi gef û êrişan re rû bi rû ye û ew ê bi zanistê bersiva van gefan bidin û ji dijmin re îsbat bikin ku zana bûn ji çekan xurttir e û got: “Dê nikaribin îradeya me têk bibin.”

Hêjayî bibîrxistinê ku Zanîngeha Kobanê 2017`an hate damezirandin û niha 481 xwendekar li 4 şaxên zanistî û 6 li şaxên wêjeyî dixwînin. Îsal yekem car şaxê macistêr (xwendina bilind) a wêjeya kurdî li zanîngehê hat vekirin, tê de 18 xwendekar dixwînin. Dawiya sala borî jî beşê yekem ê xwendekarên zanîngehê (31 xwendekar) derçû.

(eh)

ANHA