Penaberên li ‘girtîgehên vegera bi dilxwazî’ li dijî desthilata Tirk derketin

Çavkaniyan ji herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê diyar kir ku penaberên sûrî yên li kampên li Tirkiyê ragirtine da ku wan bişînin Sûriyê, duh bi şev li dijî wê gavê protosto kirin.

Penaberên li ‘girtîgehên vegera bi dilxwazî’ li dijî desthilata Tirk derketin
18 hezîran, 2022   08:32
ŞEHBA

Desthilata Tirk a dagirker bi sedan penaberên sûrî yên îmzekirina kaxeza vegera mecbûrî ya ber bi Sûriyê ve red dikin, li kampên girtî yên li bajarê Mereşê bi cih kirine.

Hin dîmen ji kampê hatin belavkirin û tê de xuya dibe ku leşker û hêzên dewleta Tirk li ciwanên li kampên dixin ku duh bi şev li dijî desthilata Tirk derketine.

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker, di serî de Erdogan, idîa dikin ku penaber dixwazin bi dilxwazî vegerin Sûriyê û welatê wî dixwaze bi kûrahiya 30 km li Sûriyê "herêma ewle" ava bike da ku wan penaberan lê bi cih bike.

Dewleta Tirk dixwaze li herêmên Sûriyê yên dagirkirî avahiyên mêtingeriyê ava bike û bi alîkariya rêxistinên Îxwanî yên Qeter û Kiwêtê têne lêkirin. Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên Sûriyê hîn jî avahiyên mêtingeriyê ava dike da ku demografiya wan herêman biguherîne û zêdetirî nîv milyon penaberî lê bi cih bike.

(eh)

ANHA