Nîhad Ehmed: Gel amade ye ji bo parastina vê xakê canê xwe feda bike

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed got dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku tiştek mîna berê nemaye, êdî gelê herêmê zana ye û ji bo parastina yekitiya xaka xwe amade ye ane xwe feda bike.

Nîhad Ehmed: Gel amade ye ji bo parastina vê xakê canê xwe feda bike
18 hezîran, 2022   05:47
KOBANÊ

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivî.

‘PIŞTÎ NEGIHIŞTIN ARMANCA XWE, GEFA VEBIJÊRKA LEŞKERÎ DIXWE’

Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker herî zêde gefa dagirkirina herêmên Til Rifet û Minbicê xwar, ji ber ew herêm kilîta ketina herêmên Rêveberiya Xweser in.

Ehmed wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku projeya demokratîk a li herêmê têk bibe ku hemû pêkhateyên herêmê di bin banekê de kom kir. Her wiha ji ber nekarî planên xwe pêk bîne, gefa vebijêrka leşkerî li herêmê dixwe.”

Her wiha Ehemd diyar kir ku êriş ne tenê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser e lê belê plana dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ye û li ser wê bang li hikumeta Şamê kir ku herêmê biparêzin. Her wiha bang li hêzên garantor bi taybet Rûsya kir ku bersiva gefên dewleta Tirk bide ji ber ku ev erkê wê ye ji ber ku wek hêzeke garantor li Sûriyê ye.

'MAFÊ ME YE EM AXA XWE RIZGAR BIKIN'

Di vê dawiyê de êdî hemûya li hev kir ku çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê, rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ye, ji ber ku ew dibin sedema dirêjkirina temenê aloziyê û kuştina welatiyan.

Nîhad Ehmed diyar kir ku mafê gelên herêmê ye ku axa dagirkirî rizgar bikin û wiha domand: “Mafê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye ku xwe biparêze. Parastin, erkeke pîroz e. QSD`ê di vê dawiyê de ne tenê peyamek da dewleta Tirk, lê belê da her kesê ku difikire êrişî vê axê û gelê wê bike.”

Her wiha Ehmed diyar kir ku êdî dewleta Tirk a dagirker baş fêm kiriye ku tiştek mîna berê nemaye, gelê herêmê zana ye û ji bo parastina axa xwe û hevgirtina pêkhateyên herêmê amade canê xwe feda bike, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan û bi rêya şerên wêranker temenê aloziyê dirêj bike.

'ŞEREKÎ NÛ VEGERANDINA REWŞA DESTPÊKA ALOZIYÊ YE'

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed got: “Şerekî nû li herêmê tê wateya ku rewş vegere destpêka aloziyê. Civata navneteweyî nikare çareseriyekê ji vê aloziyê re bibîne. Dewleta Tirk a dagirker jî êrişên xwe zêdetir dike. Şerekî nû li dijî herêmê tê wateya vegera aloziyê heta beriya 2011`an.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed di dawiyê de got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze temenê aloziyê dirêj bike. Ji ber ku sûd ji vê yekê digire. Di her carê de beşeke din ji axa Sûriyê dagir dike û tev li axa xwe dike. Dem hatiye ku sûrî bi çareseriyekê bifikirin. Ders ji vê tecrubeya xwîndar ku 11 sal dirêj kir, bigirin. Xwe komî ser hev bikin û rê li pêşiya timayên derve bigirin da ku her koçberek vegere warê xwe.”

(şx)

ANHA