'Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî danezana Lahay û protokola Cinevê ye'

Çalakvana hiqûqî Zîlan Mihemed Ehmed destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî û yên qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî danezana Lahay û protokola Cinevê ya têkildarî gazên bi cehr e.

'Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî danezana Lahay û protokola Cinevê ye'
18 hezîran, 2022   05:38
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Ji 17`ê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. Ev êriş li dijî hemû pîvan û lihevkirinên navneteweyî ne.

Çalakvana hiqûqî Zîlan Mihemed Ehmed a ji bajarê Hesekê destnîşan kir ku gelek lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî qedexeya bikaranîna çekên kîmyewî hene, ji wan danezana Lahay û protokola Cinev ên têkildarî gazên bicehr e. Her wiha lihevkirinên çekên kîmyewî û pergala bingehîn a Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ye.

Zîlan diyar kir ku di qanûna gelek dewletên cîhanê de, bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye û gelek dewletan bikaranîna van çekan şermezar kir.

Zîlan Mihemed Ehmed di dawiyê de got: “Êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) û bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî, hemwextî êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye.”

(şx)

ANHA