Şêniyên Minbicê: Bi hevgirtina xwe em ê li hemberî her êrişan bisekinin

Şêniyên Minbicê diyar kirin ku gefên dewleta Tirk a daigkrer ên bi hinceta avakirina herêma ewle, hewldanek ji bo dagirkirina axa Sûriyê ye û gotin: “Em gelek hevgirtî û yek e û em ê li hember êrişan bisekinin.”

Şêniyên Minbicê: Bi hevgirtina xwe em ê li hemberî her êrişan bisekinin
18 hezîran, 2022   06:19
MINBIC-EHMED QERECA

Dewleta Tirk a dagirker bi hiceta parastina ewlehiya xwe û avakirina herêma ewel, gefa dagirkirina herêmên din ên Sûriyê dixwe.

Der barê vê yekê de şêniyên Minbicê anîn ziman ku ew ê bi yekitiya xwe li hemberî her hewdaneke dagirkeriyê bisekinin.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Refet got, gefên dewleta Tirk ên bi hiceta herêma ewle, hewldanek ji bo pêkanîna planên osmaniya nû ye. Ev gef li dijî îstîqrar û ewlehiya herêmên ye bi taybet Minbicê.

Refet wiha domand: “Ji 5 salan ve Minbicê aram e. Modela ewlehî, aramî û biratiya gelan e lê heye. Li herêmên me ewlehî û îstîqrar heye, berovajî herêma ewle ya ku dewleta Tirk a dagirker behsa wê dike. Sûcên mîna kuştin û revandin ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rû didin delîlê vê yekê ne. Ew herêm bûne herêma çete û çekdaran.”

 Welatiyê bi navê Îbrahîm Hesen jî got: ''Erdogan îdia dike ku ew ê şerê Terorê bike. Gelo behsa kijan terorê dike. Me sînorên wî derbas nekiriye. Berovajî wê, ew herêmên me topbaran dike û şêniyên me koçber dike. ''

Her wiha welatiya bi navê Hisên Elî El-Ibêd ê ji gundewarê Dêr Hafir koçber bûye û li Minbicê bi cih bûye, gefêb dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: “Em van gefan red dikin. Em naxwazin careke din koçber bibin. Em di nav ewlehiyê û aştiyê de ne.”

Welatiyê bi navê Nûr Îliyas jî got: “Her çiqas rewş li Tirkiyê aloz bibe, dewleta Tirk gef li gelê Sûriyê dixwe ku dê axa wî dagir bike. Em gelek hevgirtî û yek in, em ê li hember êrişan bisekinin.”

(şx)

ANHA