Di kongreya PYD'ê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin

Di kongreya PYD'ê de axêveran îşaret bi xebatên PYD'ê kir û hêvî hate kirin ku rola xwe ya pêşeng ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bidomîne.

Di kongreya PYD'ê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Di kongreya PYD'ê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Di kongreya PYD'ê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Di kongreya PYD'ê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Di kongreya PYD'ê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
Di kongreya PYD'ê de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
18 hezîran, 2022   10:21
HESEKÊ

Kongreya 9'an a PYD'ê li Hesekê dewam dike. Piştî axaftina hevserokên partiyê Enwer Muslim û Eyşe Hiso, bi navê Konfederasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê axaftin hatin kirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman got: "Bi navê bi hezaran malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em kongreya we ya 9'an pîroz dikin. Em hêvî dikin ku nîqaşên tê de li gorî hesasiyeta pêvajo û zehmetiyên ku Kurd û pêkhateyên din ên herêmê pê re rû bi rû dimînin, bin. Dijminê pêkhateyên herêmê yek e, bi hemû rêbazan hewl dide me tune bike, çanda me ji holê rake, parçebûn û fitneyê di navbera me de derxe da ku armacên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne.

Em di wê baweriyê de ne ku wekî we çawa qonaxên berê yên zehmet derbas kirin, hûn karibin serkêşiya pêvajoyê bikin û ber bi serkeftinê ve bibin. Bi vê yekê armancên zarokên me yên şehîd pêk tên ku di oxira avakirina civakeke azad de canê xwe feda kirin.”

Cewahir Osman bi domdarî got: "Em hêvî dikin ku kongreya we bibe pêngaveke nû û xurt ber bi pêkanîna neteweya demokratîk û projeya biratiyê ve li gelemperiya Sûriyê. Em bi bîr dixin ku erkên mezin ên ji bo birêxistinkirina gel û xurtkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî li benda we ne."

Bi navê Konfederasyona Gaziyan endama konfedrasyonê Delîla Kobanî axivî û hêvî kir ku biryarên girîng ji kongreyê derkevin da ku bikevin xizmeta gel, Sûriyê ber bi demokrasiyê ve bibe û civakê li ser esasê fikirê rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bike.

Delîla Kobanî bal kişand ser rewşa ku welat tê re derbas dibe, nemaze êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: “Ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê û êrişên wê yên li ser Başûrê Kurdistanê, her wiha ji bo bidawîkirina xiyaneta PDK'ê û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan divê xebateke hevpar were meşandin."

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed jî lidarxistina kongreyê pîroz kir û bal kişand ser rola pêşeng a partiyê di birêxistinkirina civakê û parastina destkeftiyan de.

Kongrê bi xwendina peyamên partiyên siyasî dewam dike.

ANHA