​​​​​​​'Aloziya siyasî ya li Iraqê xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker dike'

Dewleta Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK`ê roleke sereke di astengkirina avakirina hikumeta Iraqê de dilîze, da ku xaka Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Li ser vê siyasetmedarekî iraqî bang li hêzên siyasî kir ku li hember tevgerên provokatîv ên dewleta Tirk bê deng nemînin.

​​​​​​​'Aloziya siyasî ya li Iraqê xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker dike'
18 hezîran, 2022   03:34
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide li ser destên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) qada dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê berfireh bike û sûdê ji aloziya siyasî ya Iraqê werbigire, da ku hîn zêdetir mudaxelê bike.

Timayên dewleta Tirk bi dagirkirina xaka Iraqê ve sînordar nemaye, lê belê hewl dide herêmên ji Helebê li bakurê Sûriyê heta Kerkûk û Mûsilê yên li Iraqê li ser xaka xwe zêde bike, bi wê re jî Mîsaqî Millî pêk bîne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan her tim behsa vejandina împeratoriya Osmanî dike û bi hemû rêbazan hewl dide xewnên bapîrên xwe bi cih bîne.

Erdogan îdia dike ku bajarê Heleb ê Sûriyê û bajarên Mûsil û Kerkûkê yên Iraqê yên dewleta Osmanî ne.

Xewnên dewleta Tirk bi parçekirin û zaîfbûna Iraqê dê pêk werin, ji ber wê nahêle li Iraqê hikumeteke nîştimanî ya xurt bê avakirin, da ku herêmên din ji Başûrê Kurdistanê dagir bike û tev li erdnîgariya Tirkiyê bike.

Di demên dawî de Enqere asta êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê zêde kiriye, di heman demê de bi îdiaya parastina sînorê xwe, gefên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, lê şîrovekaran diyar kir ku Tirkiyê bi van êrişan hewl dide deverên din ji Iraqê û Sûriyê dagir bike.

Pispor û şîrovekar dibêjin Enqere dixwaze li sêgoşeya sînorî ya Iraqê-Sûriye-Tirkiyê herêmeke bi nakok ava bike da ku terorîstên ku piştgiriya wan dike lê bi cih bike.

TIMA Û PÊKANÎNA ARMANCÊN SIYASÎ

Têkildarî mijarê şîrovekarê siyasî yê iraqî Hisên Kenanî got, li bakurê Iraqê timayên Tirkiyê eşkere ne ku li seranserî sînorên Iraqê û Sûriyê herêman an jî sînorekî bi ewle ava bike.

Kenanî wiha berdewam kir: "Tirkiye dixwaze Iraqê bê îstîqrar bimîne, ji ber ku ev xizmeta berjewendiyên wê dike. Hevalbendên Tirkiyê li hundirê Iraqê hene, çi li herêma Kurdistanê yan jî li Bexdayê ku armancên xwe yên siyasî lê bi pêk bîne."

'PDK`Ê NIKARE TIRKIYÊ RED BIKE'

Ji 17`ê Nîsana derbasbûyî ve an ku piştî serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê, artêşa Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK`ê êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Di wê serdanê de ku 15`ê Nîsanê bû, Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê û serokê îstîxbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan re civiya.

Girêdayî beşdarbûna PDK`ê di êrişên dewleta Tirk de Kenanî ev nirxandin kir: "PDK`ê nikare siyaseta Tirkiyê red bike, ji ber ku dizane Tirkiyê yekane rêya xelasiya wî ye.”

Hikumeta Başûrê Kurdistanê petrolê bi rêya xeta ber bi bendera Cîhan a Tirkiyê ya li ser Deryaya Spî ve derdixe û ji wir jî difiroşe bazarên cîhanî.

Hikumeta Hewlêrê bi rêya Tirkiyê rojane bi rêya bendera Cîhan a Tirkiyê bi sed hezaran bermîlên petrolê hinarte dike. Di heman demê de Iraq, Enqereyê tawanbar dike ku hewl dide têkiliya Hewlêr bi hikumeta Iraqê re xirab bike, da ku petrolê bi nirxekî erzan bi dest bixe.

'PDK`Ê DI ALOZIYA SIYASÎ DE ROLEKE XETER DILÎZE'

Di 8 mehan de PDK`ê hewl dide erkê serokkomariyê bi dest bixe da ku çareserkirina aloziya li welêt asteng bike. Ruxmî ku ev erk ne ji para wê ye li gor lihevkirina stratejîk a li Başûrê Kurdistanê ku serokatiya hikumeta Hewlêrê mafê PDK`ê ye û ya serokkomariya Iraqê jî mafê YNK`ê ye.

Kenanî her wiha got: "PDK`ê di demên dawî de roleke xeter lîst ku bi Tevgera Sedir re li hev kir û xwest YNK'ê paşguh bike, her wiha peywira serokkomariyê û erkên li hundirê herêmê kontrol bike."

BANGÊN LI BERAMBER TEVGERÊN PROVOKATÎK ÊN TIRKIYÊ

Gelek hêzên li Iraqê bang li hikumeta Iraqê dikirin ku zextê li dewletaTirk bike û gavên dîplomatîk biavêje, lê daxuyaniyên derketin jî ne li gorî asta tê xwestin bû û bi şermûk hatin wesifandin.

Têkildarî bêdengiya hikumetê ya li hember sûc û zêdegaviyên dewleta Tirk, Kenanî got: "Hikumet nikare kaxizên li ber destên xwe bi kar bîne, mîna asta pevguhertina bazirganî, dahatûyên petrolê bi rêya Tirkiyê û her wiha lobiya tirkî ku zextê li hikumeta Iraqê dike."

Analîzvanê siyasî yê iraqî Hisên Kenanî bang li hêzên siyasî yên li Iraqê kir ku li hember siyaseta dewleta Tirk tawîzan nedin, heta ku hikumeta Iraqê bê deng ma divê hêzên siyasî helwestekê nîşan bidin.

(eh)

ANHA