​​​​​​​Nivîskarekî filistînî: Li hember planên Tirkiyê hevgirtineke kurdî û erebî tê xwestin

Analîzvan û nivîskarê ji filistînê Mihemed Ebû Mihadî got berpirsyariya parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destwerdana Tirkiyê, ya hemûyan e û pêwîstiya wê bi hevgirtineke kurdî û erebî heye.

​​​​​​​Nivîskarekî filistînî: Li hember planên Tirkiyê hevgirtineke kurdî û erebî tê xwestin
18 hezîran, 2022   04:21
XEZA

Rejîma Tirk amadekariyên destwerdaneke din li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Armanc jî ji yên armancên êrişên berê jî, ne cuda ye, dixwaze careke din kuştin, wêranî û koçberiyê pêk bîne. her wiha li ser hesabê gelên herêmê serweriya xwe li herêmê ferz bike û veguherîne mêtîngehan. Li gel vê yekê jî civata navneteweyî û erebî bêdeng e.

'LI HEMBERÎ ZÊDEGAVIYÊN TIRKIYÊ HELWESTEKE EREBÎ PÊWÎST E'

Têkildarî mijarê analîzvan û nivîskarê ji Filistînê, Mihemed Ebû Mihadî ji ajansa me re axivî û got: “Em nikarin li ser operasyoneke leşkerî ya nû bi awayekî cuda nîqaş bikin. Lê belê divê em wê wek berdewama dijminahiya domdar a Tirkiyê ya li Sûriyê bigirin dest.”

Ebû Mihadî diyar kir ku destwerdana li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê girêdayî kurdan e lê belê girêdayî ereban e, ji ber wê divê helwesteke erebî li ser binpêkirina axa welatekî Ereb çi li dijî Sûriyê yan jî Iraqê be bê nîşandan.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îdia dike ku li herêmê hinek alî li ser ewlehiyê wê xeter in, Ebû Mihadî têkildarî vê yekê got: 'Gelo kî di salên dawî de êrişî Sûriyê û Iraqê dike? Teqez Tirkiyê ye. Ji vir diyar dibe kî tade dike û kî mexdûr e. ''

Ebû Mihadî wiha domand: “Li hember gefên Tirkiyê, helwesteke cidî ya erebî çi dewletên Ereb an jî Komkara Erebî be pêwîst dike. Divê ev yek li rex yekitiya kurdan pêk were da ku vê destwerdanê têk bibin, li hember guhertina demografiyê û hewldanên dagirkirina herêmên din û tevlêkirina wê li axa Tirkiyê bisekinin.”

Ebû Mihadî da zanîn ku mijar gelek xeter e û divê helwesteke hevgirtî hebe da ku destwerdanê bi dawî bike.

'TIRKIYÊ SÛDÊ JI NAKOKIYÊN NAVNETEWEYÎ DIGIRE'

Her wiha Ebû Mihadî diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan hewl dide aloziya navneteweyî ya di encama nakokiya Rûsya-Ukraynayê de çêbûye, bi kar bîne da ku planên xwe pêk bîne.

Ebû Mihadî teqez kir ku Erdogan difikire ku kaxizên zextê yên xurt li cem wî hene da ku fişarê li rojava bike, ji bo li hember destwerdana wê li dijî herêmên cuda bêdeng bin û wiha pê de çû: “Ew sûdê ji kaxiza Finlanda û Siwêdê digire û li dijî endamtiya wan a di NATO`yê de dijber disekine da ku destkeftiyên dîtir bi dest bixe û civata navneteweyî jî bêdeng be.”

ÇI TÊ XWESTIN?

Li gorî Ebû Mihadî, divê bersiva li hember destwerdana Tirkiyê destpêkê erebî be piştre kurdî be û got, nabe rewşa kurdî wiha bimîne, divê Kurd yekitiya xwe ava bikin.

Der barê vê mijarê de nirxandina xwe wiha domand: “Ev ceng, cengeke nîştimanî ye û ne tenê cenga kurdan yan jî rejîma Sûriyê ye. Ev cengeke hevbeş e. Tu vebijêrk ji bilî yekitiya helwestê li hember êrişên dewleta Tirk tune ye. Divê civata navneteweyî pê bihese ku tevgereke yekgirtî ji bo parastina doza kurd û berjewendiyên gelê kurd û dîroka wan ji sûcên dewleta Tirk heye.”

Ebû Mihadî îşaret bi rewşa berbelav a heyî û got: “Ev rewş dê rê li pêşiya Erdogan veke ku daxwazên xwe pêk bîne bi taybet li gel ku cîhan, êdî behsê dike ku bi rejîma Tirk re gelek tiştên hevbeş hene nexasim di mijara daxwazên wê ji dewletên ewropî de bi taybet Finlanda û Siwêd ên ku piştgiriya kurdan dikin.”

Ebû Mihadî diyar kir ku Finlanda, Siwêd, DYA û dewletên Yekitiya Ewropayê  pir nerm nêzîkî helwestên Tirkiyê û rejîmê Tirkiyê bûn, jêre dosyaya Sûriyê û operasyonên wê li Sûriyê pir hêsan kirin.

Di dawiyê de Mihemed Ebû Mihadî got: “Divê Kurd û yên din helwesteke hevgirtî û cidî li hember van gefan nîşan bidin. Divê aliyên din ên Sûriyê fêm bikin ku êriş û timayên Tirkiyê, dozeke nîştimanî ye û divê yekitiyê pêk bînin da ku li hemberê bisekinin.”

(şx)

ANHA