​​​​​​​Suryan: Em xwe biparêzin da ku Sêfoyeke din pêk neyê

Li gel zêdebûna gefên dewleta Tirk a dagirker ku armanc dike Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike suryanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin, gelên herêmê rûbirûyî komkujiyên din in û destnîşan kirin ku mafê wan heye xwe ji van komkujiyan biparêzin.

​​​​​​​Suryan: Em xwe biparêzin da ku Sêfoyeke din pêk neyê
18 hezîran, 2022   00:50
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Komkujiya Sêfo yek ji komkujiyan e ku osmaniyan di bihara 1910`an de heta 1920`an de li dijî ermen û suryanan pêk anîbûn. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êriş û gefên xwe yên domdar ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze van komkujiyan dubare bike.

Navê komkujiyên Sêfo ji navê şûr bi erebî Sêf hatiye, ji ber osmaniyan bi  şûr serê ermenan û suryanan jê kir, zikên jinên ducanî qelişandin û pitikên wan qetil kirin.

SÊFOYEKE DIN JI ALIYÊ OSMANIYA NÛ VE!

Metranê herêma Cizîr û Firatê yê suryanên ortodoks Mar Morîs Amsîh ji ajansa me re anî ziman ku bi armanca jiholêrakirina dîroka neteweyekê û hebûna wê, ev komkujî pêk hatin.

Mar Morîs Amsîh diyar kir ku gef û êrişên li dijî herêmê, hewldaneke din a ji nû ve pêkanîna van komkujiyan e û wiha domand: "Osmaniyan beriya 104 salan ev komkujî pêk anî, niha jî dîrok dubare dibe. Bi taybet li gel gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û hewldanên wê yên guhertina demografiya herêmê.”

NASKIRINA KOMKUJIYÊ JI ALIYÊ NAVNETEWEYÎ VE

Mar Morîs Amsîh bang kir ku divê li ser asta navneteweyî ev komkujî bê naskirin û wiha domand: “Bi navê gelê xiristiyan, suyran, keldan û asûr ên li vê herêmê û cîhanê bang dikin ku ev komkujî bê naskirin, ji bo ev gel mafê xwe bibe û xwîna şehîdan vala neçe.”

GEF Û KIRYARÊN DERMIROVÎ LI DIJÎ GELAN

Hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nazîra Gewriye jî got: “Bi rêya van gefan dewleta Tirk a dagirker armanc dike, dîrokê dubare bike. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û hedefgirtina gundên Xabûr ên Til Temirê ku gundên asûrî ne, delîla vê yekê ye.”

Nazîra Gewriye ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze deverên din dagir bike û xwîna gelên herêmê biherikîne, hişyarî da û anî ziman ku ev hewldanên ji bo vegerandina dîroka împeratoriya osmanî ne.

Her wiha Nazîra Gewriyê bang li dewletan kir ku komkujiyên Sêfo nas bikin û wiha pê de çû: “Divê hemû li hember gef û kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk bisekinin.”  

HEVGIRTIN LI HEMBER GEFAN Û KOMKUJIYÊN NÛ

Di berdewama axaftina xwe de hevseroka Partiya Yekitiya Suryan balkişand ser siyaset û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê û got: “Ji roja yekemîn a aloziyê ve, dewleta Tirk roleke neyînî lîst, bi taybet li Bakur û  Rojhilatê Sûriyê bi hiceta parastina ewlehiya xwe û hebûna terorîstan li vê herêmê, projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke kurdî ya cudaxwaz e.”

Nazîra Gewriyê ev hicetên dewleta Tirk derewandin û got: “Ev tişt ne rast e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke demokratîk a hemû pêkhateyan heye ew jî projeya Rêveberiya Xweser e. Ev gefên nû li dijî herêmê, ne tenê li dijî pêkhateyekê ne lê belê hemû pêkhateyan dike hedef.”

Hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nazîra Gewriye di dawiyê de îşaret bi hevgirtina pêkhateyên herêmê li hember gefên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Em ê vê axê biparêzin. Ji bo parastina wê ji terora DAIŞ`ê me gelek şehîd da. Em ê li hember gefên dewleta Tirk jî li ber xwe bidin ku hewl dide DAIŞ`ê dîsa li herêmê vejîne.”

(şx)

ANHA