​​​​​​​Di êrişên li Sinûnê de zarokek û bapîrê wî şehîd bûn , 6 kesên din birîndar bûn-HATE NÛKIRIN

Di êrişên balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya û bazara navçeyê de, zarokê bi nave Salih Xidir Naso û bapîrê wî Xidir Naso şehîd bûn, her wiha 6 kesên din di nav de rojnamevanek birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişên li Sinûnê de zarokek û bapîrê wî şehîd bûn , 6 kesên din birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Di êrişên li Sinûnê de zarokek û bapîrê wî şehîd bûn , 6 kesên din birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Di êrişên li Sinûnê de zarokek û bapîrê wî şehîd bûn , 6 kesên din birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Di êrişên li Sinûnê de zarokek û bapîrê wî şehîd bûn , 6 kesên din birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
15 hezîran, 2022   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro beriya nîvro balafira Bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê û bazara Sinûnê barand.

Li gorî agahiyên ji qezaya Şengalê hatine bidestxistin, di encama êrişan de zarokê bi navê Salih Xidir Naso yê 12 salî û bapîrê wî Xidir Naso şehîd bûne. Her wiha 6 kesên din û di nav de zarokek ku hîna navê wî nehatiye zanîn û peyamnêrê Çira TV Salih Berces, birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Salih Berces rakirine nexweşxaneya Mûsilê û li wir tê dermankirin.

Hêjayî bibîrxistinêye Salih Berces par jî di meha Nîsanê de di dema şopandina xwepêşandanek li dijî êrîşên Tirkiyeyê de li Xanesorê di encama destwerdana artêşa Iraqê de birîndar bûbû.

(cx)

ANHA