​​​​​​​Yûsif Erîme: Hêzên me amede ne bersiva her êrişên dagirekriyê bidin

Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê ragihand ku hemwextî tevgera balafirên bêmirov ên biçek li asîmanê herêmê bi awayekî rojane, dewleta Tirk û çeteyên wê gundewarên rojhilatê Babê bi dijwarî topbaran dikin. Her wiha got, ew  amade ne li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

​​​​​​​Yûsif Erîme: Hêzên me amede ne bersiva her êrişên dagirekriyê bidin
15 hezîran, 2022   01:52
MINBIC- SELWA EBDUREHMEN

Artêşa Tirk a dagirker Tirk ji baregehên li herêmên dagirkirî ava kirine bakur û rojavayê Minbicê bi dijwarî topbaran dike, di encamê de zirarên mezin gihaştin mal û milkên sivîlan.

Têkildarî wê, cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîme diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojhilatê Babê bi çekên giran topbaran dikin.

Erîme daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker ji baregehên li herêmên dagirkirî, rojane gundan topbaran dike, hemwextî wê balafirên bêmirov ên biçek li asîmanê herêmê digerin.

Der barê gundên li rojhilatê Babê ku têne topbarankirin, Erîme got:" Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên Ceblet El-Hemra, Hotê, Cib Mexzûm, Boxaz, Qurt Wêran, Til Torîn û gelek gundên li eniyên şer, rojane topbaran dikin.”

Erîme diyar kir ku gundên navborî tijî şênî ne û zirarên mezin gihaştin mal û milkên welatiyan û zeviyên wan. 

Her wiha Emîre destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji baregehên El-Zerzur, Um Şiqeyf û Şêx El-Nasir bi çekên giran wan gundan topbaran dike.

Têkildarî liv û tevgerên dewleta Tirk û çeteyên wê Erîme wiha got:"Liv û tevgera dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li eniyên şer zêde bûye. Dagirkeriyê wesayît û tank li herêmê bi cih dike û baregehên xwe xurttir dike."

Yûsif Erîme da zanîn ku hêzên wan çi fermandar û çi şervan, amede ne ku li hember êrişên li dijî herêmê bisekinin û sivîlan biparêzin.

Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîme di dawiya axaftina xwe de soz da şêniyên herêmê ku wan ji êrişan biparêzin, her wiha bang li şêniyên Babê yê dagirkirî kir ku hinekî bi sebir bin, dê Babê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.

(dm)

ANHA