​​​​​​​Telet Yûnis: Divê hemû qad bibin qadên parastin û berxwedanê

​​​​​​​Telet Yûnis li dijî gef û êrişên dagirekriyê yên dewleta Tirk girîngiya xurtkirina berxwedana li gorî şerê gel ê şoreşgerî destnîşan kir û got: "Divê hemû qad bibin qadên berxwedan û parastinê. Wê rengekî nû yê berxwedanê hebe ku dê dawî li dagirkeriyê werîne."

​​​​​​​Telet Yûnis: Divê hemû qad bibin qadên parastin û berxwedanê
14 hezîran, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Dewleta Tirk a dagirker qanûna navneteweyî bin pê dike, ji hemû nakokî û şerî herêmî û cîhanî sûdê digire da ku planên xwe yên dagirkeriyê bi cih bîne. Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve destwerdana wê kir. Di encama wê de zêdetirî nîvê şêniyên Sûriyê koçberî derve bûn, ji bilî vê yekê komên çete hatin avakirin ku ji bo pêkanîna planên dagirkirinê yên dewleta Tirk dixebitin.

Dewleta Tirk di Tebaxa 2016`an de rasterast destwerdana Sûriyê kir, beşên mezin ji xaka Sûriyê mîna Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û şêniyên wan koçber kirin. Her wiha ziman û pereyên tirkî ferz kirin. Nasnameya dîrokî, çandî û civakî ya şêniyên wan herêman tune kir û niha jî hewl dide wan ji Sûriyê qut bike.

Di demên dawî de hikumeta Tirkiyê gefa dagirkirina herêmên din ên Sûriyê xwar. Gefên dewleta Tirk a dagirker li tevahî Sûriyê rastî nerazîbûnê hat.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide bi rêya destekdayîna bi komên çete re planên xwe yên berfirehbûnê pêk bîne, xaka Sûriyê dagir bike, guhertina demografî pêk bîne da ku wan tev li Tirkiyê bike û serdema osmanî vejîne.

Telet Yûnis destnîşan kir ku dewleta Tirk herêmên Bab, Cerablus, Ezaz û gundewarên Idilbê paşê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, komkujî û şerê qirkirinê li dijî gelê wan pêk anî, şêniyên resen koçber kir, li şûna wan komên çete yên DAIŞ`ê û El-Nusra bi cih kirin. Her wiha diyar kir ku armanca wê ji vê yekê ew e ku dagirkirina xwe bi rêya avahiyên mêtîngeriyê xurt bike ku bi finasekirina hin rêxistinên ji Qeter û Kiwêtê tên avakirin.

Telet Yûnis di axaftina xwe bal kişand ser gefên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ew e ku qada dagirkeriyê li Sûriyê berfireh bike, ji Helebê heta Mûsil û Kerkûkê li Iraqê dagir bike. Her wiha hewl dide beriya bidawîbûna sedsalaiya Peymana Lozanê di sala 2023`an de nexşeya herêmê vegerîne. Dewleta Tirk dixwaze sûdê ji rewş û şerên navneteweyî, şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de bigire û ji bo operasyonên xwe yên leşkerî û dagirkirina herêmên din erêkirinê werbigire, mîna ku daxuyand ku dê êrişî Minbic û Til Rifetê bike."

Yûnis da zanîn ku rejîma Tirkiyê hewl dide aloziyên xwe yên navxweyî derxîne derve û got: "Ev alozî encamên siyasetên faşîzmê yên hikumeta AKP`ê û binketina wê ne. Bi nêzîkbûna hilbijartinên 2023`an re rejîma Tirkiyê bi hemû derfetên xwe hewl dide bi rêya pêkanîna zêdetir komkujî û qirkirin li dijî gelê Kurd û tevahî gelên herêmdengên netewperest û faşîzm bidest bixe."

'ÇI ÊRIŞEK DÊ ALOZIYEKE MIROVÎ YÊN MEZIN BI XWE RE BÎNE'

Yûnis destnîşan kir ku dewleta Tirk projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, her wiha behsa helwestên navneteweyî di serî DYA`yê û Rûsya yên garantorên agirbestê ne kir û wiha domand: "Ez texmîn dikin ku heta niha dewleta Tirk tu erêkirin ji aliyê DYA`yê û Rûsya ve negirtiye da ku êrişên nû pêk bîne. Hemû daxuyanî û helwestên berpirsên her du dewletan teqez dike ku ji operasyona leşkerî ya dewleta Tirk ne razî ne. Lê dewleta Tirk bi hemû kaxezên xwe hewl dide sûdê ji berjewendiyên van hêzan û xaçerêyên wan werbigire da ku pêkanîna planên wê erê bikin."

Têkildarî îdiyayên "êrişeke nû ya dagirkeriyê li ser herêmê" Telet Yûnis wiha axivî: "Heger dewleta Tirk  êrişên nû li ser herêmê pêk bîne, dê rewşe nû li tevahî herêmê derxîne ku dê bi xwe re aloziyeke mirovî ya mezin bîne. Her wiha dê hemû derfet û însiyatîfên çareserkirina aloziya Sûriyê û şerê li djiî xeteriya DAIŞ`ê lawaz bike. Ev yek dê derfeteke nû be da ku DAIŞ jinûve xwe birêxistin bike û ev jî dê xeteriyê li ser herêmê û tevahî cîhanê çêke."

'DÊ RÊBAZEKE NÛ YA BERXWEDANÊ HEBE'

Telet Yûnis îşaret pê kir ku her êrişek dê rewşeke aloz û bê aramî li seranserî Sûriyê biafirîne û aloziyê kûrtir bike û wiha pêde çû: "Çi hewldana pêkanîna êrişê di tevlihevî û bêaramiyê li tevahî erdnîgariya Sûriyê çêke û dê aloziyê kûr bike. Her wiha dê beşên din ji xaka Sûriyê were dagirkirin. Ev jî dê erdnîgariya Sûriyê parçe bike. Rewşeke nû bi rêya hevsengeyên hêzên navneteweyî yên li Sûriyê, çêke."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê berxwedan li gorî pîvana şerê gel ê şoreşgerî were xurtkirin. Berxwedan û hevgirtina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girêdan û  parastina wan ji xaka wan re, xurtkirina rihê şerê gel ê şoreşgerî têrê dike ku çi êriş û hewldanên dagirkirina herêmên me têk bibe. Divê ev rih û hevgirtina gel bi hêzên wê yên parasvan re were avakirin û girêdana bi xakê, sekna berxwedêr û parasvan ku dê dawiya faşîzm û dagirkeran be. Divê hemû qad bibin qadên parastin û berxwedanê. Dê rêbazekî nû ya berxwedanê hebe ku dê dagirkeran têk bibe."

(bx)

ANHA