Lîbyayî şêwazê hilbijartinan nîqaş dikin

Aliyên lîbyayî yên li Qahîreyê danûstandinan dikin, daxwaz kirin ku li gorî plansaziya hatiye diyarkirin hilbijartin werin pêkanîn.

Lîbyayî şêwazê hilbijartinan nîqaş dikin
14 hezîran, 2022   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên lîbyayî malpera Alarabia re ragihandin ku di danûstandinên li paytexta Misirê, Qahîreyê de, nakokiyên di navbera endamên parlemento û hikûmeta Lîbyayê de hatin çareserkirin.

Her wiha diyar kir ku danûstandinên Qahîreyê êdî bi piranî li ser rêbaz û plansaziyên hilbijartinên Lîbyayê pêk tên.

Ev pêşketin piştî ku meclisa seroketiya Lîbyayê hişyarî ji têkçûna danûstandinên Qahîreyê di navbera parlemento û Meclisa Bilind A Dewletê de der barê destûrê de, da, derketin holê.

Tê zanîn ku qonaxa dawî ya danûstandinên di navbera parlemento û Meclisa Bilind A Dewletê de Yekşema borî ji bo danîna çarçoveyeke destûrî ji bo hêsankirina pêkanîna hilbijartinan û bidawîkirina nakokiyên li ser hukimê, dest pê kir.

(mh)