Corc Hena: Ji ber ku rêber Ocalan berjewendiyên civakê esas digire rastî tecrîdeke giran tê

Parêzerê Suryan Corc Hena diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan di felsefeya xwe de berjewendiyên civakê dike esas û ji ber vê yekê ji aliyê hêzên komploger ve rastî tecrîdeke giran tê.

Corc Hena: Ji ber ku rêber Ocalan berjewendiyên civakê esas digire rastî tecrîdeke giran tê
15 hezîran, 2022   00:47
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, her wiha hêzên komploger tecrîdê bi şêwazên cuda li ser gelên ku fikrên rêber Ocalan ji xwe re dikin esas jî ferz dikin.

Bi rêya çalakiyên cuda bi milyonan kes banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin, lê tevî hemû bangan hîn destûr ji parêzeran re nehatiye dayîn ku agahiyekê ji rewşa rêber Ocalan wergirin.

Tecrîda ku heta niha li ser rêber Ocalan tê meşandin, bû sedem ku parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî komîte û desteyan ji bo banga azadiya wî ava bikin. Yek ji wan jî ‘Desteya Parastina Parêzerên Birêz Abdulah Ocalan’ e. Di nava desteyê de parêzerên Ereb, Kurd û Suryan hene.

Parêzer Corc Hena ê ji pêkhateya Suryan ji ajansa me re têkildarî girîngiya felsefeya rêber Ocalan ji gelan re û pêwîstiya banga azadiya rêber Ocalan axivî.

Corc Hena da zanîn ku fikra rêber Abdullah Ocalan fikreke demokratîk e, li dijî dagirkeran banga azadiya hemû gelên cîhanê dike û wiha dom kir: “Ramanên wî tu cudahiyê naxe navbera gel û olan û gelan ji zilmê azad dike.”

Corc Hena got: “Cîhan bi tevahî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dike, ji ber ku fikrên wî bi giştî û berfireh e, bingeha wê jî berjewendiyên civakê ne. Rêber Ocalan heqîqeta gelan dibêje û berevaniyê li ber bidestxistina mafên wan dike. Ji ber vê yekê komployek li dijî wî tê meşandin. Bi tecrîda girankirî jî dixwazin rê li ber belavbûna fikrên wî bigirin, ji ber ku fikrên wî demokratîk in û bandora wan li ser civakan heye.”

Parêzer Corc Hena bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelan û got: “Dewleta Tirk bi êrişên qirkirinê hewl da Suryan, Asûrî û Ermenan qir bike. Niha jî bi nûkirina Împaratoriya Osmanî dixwaze dîrokê dubare bike. Dewleta Tirk di şerê li dijî me pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ola îslamê bi kar tîne.”

Corc Hena diyar kir ku fikrên rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ne û wiha pê de çû: “Li gorî wan divê her netewe bi azadî bijî. Hemû pêkhate li welatê xwe xwedî hevsengiyekê bin.”

Têkildarî gef û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîd girankirî Corc Hena got: “Ji ber bandora fikr û perspektîfên rêber Ocalan a li ser gelan û ji xwe re wek çareserî dîtine. Li ser vî esasî nîvê gelê Tirkiyê li dijî hikumeta AKP`ê derdikeve.”

Parêzerê Suryan Corc Hena wiha lê zêde kir: “Ji ber van sedeman ji me tê xwestin ku em wek parêzer di warê navneteweyî de berevaniyê li ber rêber Abdullah Ocalan bikin. Girtina wî bi xwe sûc e ku hêzên navneteweyî li ser wê bê deng mane.”

ANHA