​​​​​​​Şanoya “Taxa Jibîrkirî” li Qamişlo hate pêşendan

Di roja duyemîn de, Koma Mihemed Şêxo ya şanoyê bi alîkariya Komîna Şanoyê, şanoya bi navnîşan “Taxa Jibîrkirî” li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo û bi beşdariya bi dehan şênî, pêşenda.

​​​​​​​Şanoya “Taxa Jibîrkirî” li Qamişlo hate pêşendan
11 hezîran, 2022   20:41
QAMIŞLO

Kawa Kawa Fetah û Ednan Mistefa şano nivîsandiye û derhênertiya wê kiriye. Tê de 16 şanoger dilîzin. Di nav de zarok jî hene. 

Şano bi şêwazeke komîdî hate pêşendan, navaroka wê têkildarî girîngiya hevgirtin û yekitiyê û di şer û kirîzan de çawa mirov xwe bispêre xwe û serî netewîne, ye.

Derhênerê şanoyê Kawa Fetah diyar kir ku wan bi rêya wê şanoyê hewl da ku bal bikişînin ser reftarî û tevgerên neyînî wek dizî, bêkarî û nerastiyê, her wiha rola neyînî ya pergalên genedelî ku di şanoyê de muxtar wê temsîl dike.

Fetah her wiha destnîşan kir ku şano girîngiya rola mamoste û perwerdehiyê di têkbirina nerastî û paşverûtiyê de, nîşan dide.

Lîstokvan Dilcan Oso diyar kir ku amadekariya şanoyê heta 2 mehan dom kir û nameya wan a sereke ji wê şanoyê ew e ku mirov xwe bispêre xwe, yekitî û hevgirtinê di nav civakê de ava bibe.

ANHA