'Li Dola Şîvê 3 dagirker hatin cezakirin'

Hate ragihandin ku Dola Şîvê ya herêma Çiyareş a Zapê şerekî dijwar rû dide. Di encama pevçûnan de 3 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû.

'Li Dola Şîvê 3 dagirker hatin cezakirin'
11 hezîran, 2022   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF'ê ku agahiyên ji çavkaniyên gerîla girtin, artêşa Tirk a dagirker dixwaze li Dola Şîvê ya herêma Berxwedanê ya Çiyareş a Zapê pêş ve biçe. Li vê herêmê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa dagirker de şerekî dijwar rû dide.

Hate diyarkirin ku di encama şer de 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Hate zanîn ku şer û pevçûnên dijwar li herêmê berdewam dike.