​​​​​​​Panorama hefteyê: Êrişa Îsraîlê balafirgeha Şamê girt, li Tirkiyê qanûn têk çûye

Di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî baregehên komên girêdayî Îranê de rêwîtiya hewayî li Balafirgeha Şamê hatin taloqkirin. Parlamentoya Ewropa hişyarî li ser têkçûyîna serweriya qanûnê û mafên mirovan li Tirkiyê da ku bêyî wê domandina diyaloganên tevlêbûna Yekitiya Ewropayê ne pêkan e.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Êrişa Îsraîlê balafirgeha Şamê girt, li Tirkiyê qanûn têk çûye
12 hezîran, 2022   04:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser baregehên Îranê yên li Sûriyê, têkçûna serweriya qanûnî li Tirkiyê û rewşa Tûnisê kirin.

PIŞTÎ ÊRIŞA ÎSRAÎLÊ, RÊWÎTIYÊN HEWAYÎ JI BALAFIRGEHA ŞAMÊ HATIN TALOQKIRIN

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Hikumeta Şamê duh ragihand ku rêwîtiyên hewayî li Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî hatine taloqkirin. Ev daxuyanî piştî çend saetan ji êrişên hewayî yên Îsraîlê hat dayîn. Hat ragihandin ku Îsraîlê depoyên girêdayî komên ser bi Îranê ve li başûrê paytexta Sûriyê Şamê kirine hedef. Çavkaniyekî ji balafirgehê jî ji AFP`ê got di encama êrişan de zirar gihaştiye beşeke balafirgehê.”

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyê (SANA) li gorî berpirsekî leşkerî ragihand ku pergala parastinê ya Sûriyê bersiva moşekên îsraîlê daye û piraniya wan xistine xwarê. SANA her wiha da zanîn ku di êrişa serê sibê de, sivîlek birîndar bûye û hin zirarên madî çêbûne.

Şîrketa rêwîtiyê (Ecnîhet El-Şam) jî da zanîn ku berê hemû rêwîtiyên xwe daye Balafirgeha Helebê ya Navneteweyî. Li gorî daxuyaniya Wezareta Veguhastinê ya Sûriyê, taloqkirina rêwîtiyan li Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî ji ber pirsgirêkên teknîk e.

Duh Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî bi daxuyaniyekê destnîşan kiribû ku li dijî baregehên leşkerî yên milîsên Hizbullah a Lubnanê û sîstema parastina hewayî ya rejîma Sûriyê yên li herêma Kiswê ya Başûrê Şamê, êrişên hewayî yên Îsraîlê pêk hatine, li ser wê yekê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Li gorî Reutersê, berdevkê artêşa Îsraîlê roja înê têkildarî êrişa nû tiştek negotiye.”

PARLAMENTOYA EWROPA XIRABBÛNA SERWERIYA QANÛNÊ LI TIRKIYÊ REXNE KIR

Li ser rewşa Tirkiyê jî rojnameya El-Ereb ev yek nivîsî: "Parlamentoya Ewropa hişyarî li ser têkçûyîna serweriya qanûnê û mafên mirovan li Tirkiyê, da û bang li Enqereyê kir ku kedên rasteqînê pêk bîne, bêyî wê ne pêkan e ji nû ve dest bi dan û standinên tevlêbûna li YE’yê bê kirin."

Pralamentoya Ewropa, bi alîgiriya 448 parlamento û 67 muxalifan û nedayîna dengên 107 parlamenteran paşketina azadiyên bingehîn, demokrasî û serweriya qanûnê li Tirkiyê şermezar kir û teqez kir ku vîna siyasî tune ye ku sererastkirinên pêwîst pêk bîne.

‘GELO QEYS SEÎD DÊ DI PÊKANÎNA DESTÛREKE NÛ DE BI SER BIKEVE?’

Girêdayî rewşa Tunisê, rojnameya El-Beyan ev yek nivîsî: "Tenê 20 roj mane pêşnûmaya destûra nû di rojnameya fermî de were weşandin. Lê komîteya şêwirê ya kar û barên aborî û civakî hewl dide lîsteya beşdaran di civîna duyemîn de ya ku dê sibe li Qirtacayê li dar bikeve, biguherîne. Lê çavkanî destnîşan dikin ku destûra nû ya bi destekdayîna serok Qeys Seîd dê xalên ku nahêlin bandorê li ewlehî û dozgeriyê bibin, bixe destûrê."

ANHA