​​​​​​​Rêveberiya Xweser, QSD û MSD'ê geşedanên dawî nîqaş kirin

Meclisa Sûriyaya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) li bajarê Hesekê civînek li dar xistin. Di civînê de geşedanên dawî, gefên dewleta Tirk a dagirker, her wiha dosyayên siyasî, aborî, xizmetguzarî, ewlehî û leşkerî hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser, QSD û MSD'ê geşedanên dawî nîqaş kirin
​​​​​​​Rêveberiya Xweser, QSD û MSD'ê geşedanên dawî nîqaş kirin
​​​​​​​Rêveberiya Xweser, QSD û MSD'ê geşedanên dawî nîqaş kirin
11 hezîran, 2022   19:40
HESEKÊ

Ji fermandariya QSD'ê Mezlûm Ebdî û Newroz Ehmed, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla, fermandarê hêzên Senandîd Bender Himêdî Deham El-Hadî, seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed û hevserokên MSD'ê Emîne Omer û Riyad Derar, her wiha hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid û endamên Komîteya Têkiliyan a MSD'ê amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre geşedanên dawî ên siyasî û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Civîn 2 saetan ji ragihandinê girtî dewam kir.

Li gor çavkaniyan ji nava civînê, beşdaran helwesta dewletên garantor ên peymanên Cotmeha 2019'an, amadekariyên leşkerî li hember gefên dewleta Tirk, tedbîrên ku dibe ji aliyê saziyên leşkerî, rêveberî û siyasî bên girtin û mekanîzmeyeke hevbeş bê destnîşankirin, gotûbêj kirin.

Civîn bi danîna nexşerêyekê ji aliyê saziyên MSD, QSD û Rêveberiya Xweser ve ji bo bi geşedan û encamên wê li herêmê tev biger bi dawî bû. Her wiha hate diyarkirin ku pêwîstî bi zêdekirina xebatên siyasî, dîplomatîk û leşkerî li ser asta herêmî û navneteweyî û yekirina helwestê û agahdarkirina dewletên garantor heye ku bi erkên xwe yên li hember herêmê rabin.

Di vê der barê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ji ajansa me re axivî.

Hemdan El-Ebid diyar kir ku di civînê de, mijarên siyasî, aborî, xizmetguzarî, ewlehî û leşkerî hatin nîqaşkirin û got: "Ev civîn ji ber rewşeke cuda di encama gefên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de hat lidarxistin.''

El-Ebid got: "Me bi hemû awayan pabendî bi peymanên 2019'an ên agirbestê di navbera Rûsya û dewleta Tirk li aliyekî û di navber Koalsyona navneteweyî bi serkêşiya Amerîka û dewleta Tirk li aliyê din  de kir, lê dewleta Tirk a dagirker ne cidî ye."

Hemdan El-Ebid diyar kir ku ji bo parastina serweriya Sûriyê girîng e di navbera QSD'ê û artêşa Sûriyê koordîne hebe.

Di dawiyê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid got: "Pêwîstî bi zêdekirina xebatên siyasî û dîplomatîk heye da em dengê xwe bigihînin NY, civak û Koalisyona Navneteweyî."

Tê payîn ku komîteya sê alî ya ji Rêveberiya Xweser, QSD û MSD'ê encamnameya civînê ragihîne.

Hêjayî gotinê ye ku komîteya sê alî civîna xwe ya yekemîn di 24'ê Cotmeha 2021'an de lidar xistibû.

(şt)

ANHA