Jinên Ereb: Em bi hevgirtina bi QSD'ê re dê li hember êrişan bisekinin

2 endamên rêxistinên jinan êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hedefgirtina projeya Rêveberiya Xweser a ku vîna gel temsîl dike, bi nav kir. Her wiha piştrast kirin ku pêwîste gelên herêmê yên ku DAIŞ têk birine, bibin yek.

Jinên Ereb: Em bi hevgirtina bi QSD'ê re dê li hember êrişan bisekinin
9 hezîran, 2022   05:13
REQA-ALAA EL-ELÎ

Li gel bêdengiya civata navneteweyî ya biguman, dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye zêde dike, bi taybet li dijî Kobanê, Şehba, Til Temir, Zirgan e. Di encama her êrişekê de dewleta Tirk de gelek welatî şehîd û birîndar dibin.

Di gel êrişên dijwar li dijî herêmê, dewleta Tirk li herêmên dagirkirî û piştî şêniyên wê yên resen koçber kirin, dest bi avakirina avahiyên mêtingeriyê kir û dixwaze derdora milyonek koçberên Sûriyê tê de bi cih bike.

`XEWNÊN OSMANIYAN KU AXÊN ZÊDETIR JI SÛRIYE DAGIR BIKE `

Têkildarî wê cîgirê Meclisa Jinan a Partiya Sûriye Pêşeroj Semîra El-Ezîz diyar kir ku gefên dewleta Tirk ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye bike, ne nû in, ji ber herêm ji dema ku ji çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye rizgarkirin, her tim bûye hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker.

Semîra El-Ezîz îşaret bi rola mezin a dewleta Tirk di dirêjkirina aloziya Sûriye de kir û got: “Ev li gorî berjewndiyên dewleta Tirk in ku dixwaze planên xwe yên mêtinger li herêmê pêk bîne. Îro jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku penaberan li herêmên dagirkirî bi cih bike da ku projeyên xwe li herêmê bidomîne. Bi rastî gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye encamên timanyên osmanî ne da ku axên zêdetir ji Sûriye dagir bike û tev li Tirkiyê bike.”

Semîra El-Ezîz piştrast kir ku hewldanên dewleta Tirk di bin navê "bi cihkirina milyonek penaberên sûrî" de,  armanc jê ew e ku demografiya erdnîgariya Sûriyê biguherîne.

`BI YEKITÎ Û HEVGIRTINA XWE EM DÊ LI HEMBER ÊRIŞAN BISEKININ`

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê Xud El-Îsa tevahî êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin û diyar kir ku her dem Erdogan gefan dixwe ku êrişî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye bike.

Xud El-Îsa destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ji tirsa wî ji projeya netewa demokratîk tê ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye kir yek. Ji ber vê yekê armanc dike, bi rêya êrişên xwe vîna gel bişkîne û destûrê nede ku ev proje derbasî Tirkiyê nebe.

Xud El-Îsa îşaret bi armanceke din a Erdogan kir û got: "Erdogan her wiha hewl dide bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye aloziyên xwe derbasî dervayî welatê xwe bike."

Têkildarî gefên dawî yên dewleta Tirk ku êrişên nû li dijî herêmê pêk bîne, Xud El-Îsa wiha aixvî: “Dema Erdogan piştgiriya DAIŞ`ê dikir, gelo li ser ewlehiya wê ne gef bûn, lê niha li ser ewlehiya xwe ditirse. Gelo çima ji terorê netirsî, niha ji hêzên me yên teror tune kirine, ditirse.”

Xud El-Îsa wiha domand: “Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng li hember van êrişan namînin û dê bi yekitî û hevgirtina xwe bi QSD'ê re û bi rojeya xwe dê li hember van êrişan bisekinin.”

(dm)

ANHA