‛Dewleta Tirk ne tenê Kurdan dike hedef, eger êriş bike em ê jî bibin şervan’

Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê piştrast kirin ku êrişên dewleta Tirk ne tenê Kurdan lê belê tevahî şêniyên herêmê dikin armanc û diyar kirin ku eger dewleta Tirk êrişî Minbicê bike ew ê bibin şervan û bajarê xwe biparêzin

‛Dewleta Tirk ne tenê Kurdan dike hedef, eger êriş bike em ê jî bibin şervan’
9 hezîran, 2022   05:01
MINBIC- SELWA EBDULREHMEN

Bi armanca ku hevgirtina civakî ya li herêmê derbe bike, tavhî pêkhateyan di bin navê parastina ewlehiya neteweyî de bike armanc, dewleta Tirk bi domdarî gefan dixwe ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriye bike.

`EM Ê BI HÊZÊN XWE RE LI DIJÎ ÊRIŞÊN LI SER MINBICÊ BISEKININ`

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Minbic û gundewarên wê gefaxwarinên dewleta Tirk şermezar kirin. Şêxê eşîra Benî Seîd Fehid El-Şilaş diyar kir dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrişên xwe, ne tenê Kurdan, lê belê yekitiya pêkhateyên herêmê hedef digire.

El-Şilaş lê zêde kir û got dagirkeriya Tirk dixwaze yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye derbe bike, ewlehî û istîqrara li herêmê têk bibe, tevliheviyan çêbike û gelê resen koçber bike.

El-Şilaş destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tu pêkhateyan ji êrişên xwe dûr naxe, ji berê ve şerê qirkirinê li dijî gelan pêk tîne. Her wiha piştrast kir ku daxuyanî û gefaxwarinên dewleta Tirk ku opersyoneke leşkerî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk bîne, armanc jê ew e ku osmaniyeke nû li herêmê ava bike û sûcan pêk bîne.

El-Şilaş wiha domand: “ Em şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) bi taybet dewletên garantorên agirbestê li herêmê dikin ku rê li ber gefaxwarin û êrişên dewleta Tirk a hov li dijî herêmê bigirin. Her wiha em soz didin ku em dê bi hêzên leşkerî re bibin yek û rê li ber dewleta Tirk venekin ku axên me dagir bike.”

`DEWLETA TIRK JI PROJEYA NETEWA DEMOKRATÎK DITIRSE`

Şêxê eşîra El-Binî Esîdî Mihemed Sadiq El-Esîdî piştrast kir ku gef û êrişên dewleta Tirk ne tenê gelê Kurd dike hedef, lê belê tevahî beş û pêkhateyên herêmê armanc dike. Bajarê Minbicê tijî sivîl in. Êrişên dewleta Tirk li dijî wê dê bibe sedema karesateke mirovî ya rastîn û mezin.”

El-Esîdî da zanîn ku dewleta Tirk ji projeya netewa demokratîk ditirse, ji ber ku li tevahî Sûriye belav dibe, ji ber vê yekê jî şerê wê bi hemû rêbazan dike da ku derbe bike û rê li ber bigire ku derbasî nava gelên azadîxwaz nebe û wiha domand: “Vê projeyê jiyana hevbeş û biratiya gelan li herêmê pêk anî. Pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Çerkez û Turkmen bi azadî û demokratîk dijîn.”

El-Esîdî di dawiya axaftina xwe de, bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên û koçberkirina gelê wê, şermezar kir.

`EM DÊ LI HEMBER ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK BIBIN ŞERVAN`

Şêx Ibrahîm El-Yas ji eşîra Elbû Sultan a Minbicê destnîşan kir ku armancê dewleta Tirk ew e ku axên zêdetir ji Sûriye dagir bike û destnîşan kir ku ew li dijî dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve ne.

El-Yas anî ziman ku ew Sûriyeyeke yekbûyî bi gel û şêniyên wê ve, jiyaneke hevbeş di nava gelên wê de beyî bêyî destwerdanên derve, dixwazin.

El-Yas teqez kir ku ew li kêlka hêzên xwe ne ku Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir û wiha domand:" Dewleta Tirk destekdayîna DAIŞ`ê dikir ku zilm û zorê li dijî gel û herêmê dimeşand û eger ev opersyona leşkerî ya dewleta Tirk li dijî herêmên me pêk were, em tevahî dê bibin şervan da ku ax û herêmên xwe biparêzin. "

El-Yas di dawiya axaftina xwe de got:" Gelên herêmê ji berê ve pev re dijîn, ji gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker natirsin."

(dm)

ANHA