​​​​​​​Civîna nû ya Astanayê di 15-16’ê Hezîranê de li dar dikeve

Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê ragihand ku di 15 û 16’ê Hezîranê de li Nûr Sultanê gera 18’an a civînên Astanayê dê were lidarxistin.

​​​​​​​Civîna nû ya Astanayê di 15-16’ê Hezîranê de li dar dikeve
9 hezîran, 2022   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê daxuyand ku di 15 û 16’ê Hezîranê de dê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê gera 18’an a têkildarî Sûriyê were lidarxistin.

Dan û standinên Astanayê bi sponseriya dewletên garantor; Tirkiye, Rûsya û Îranê ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê di 2017’an de dest pê kir. Lê tu encamên erênî ji gelê Sûriyê re pêk neanîn.

Gera 17’an a Astanayê di 21-22’yê Kanûnê de li paytexta Kazaxistanê li dar ketibû.

(fr)