ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-06-2022
8 hezîran, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Mihemed Elî Hesen got Erdogan bi rêya gefên xwe hewl dide li ser asta hundirê Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinan re serkeftinekê bi dest bixe. Her wiha hişyarî da ku ev gef ne tenê li ser bakurê Sûriyê ye lê belê dewleta Tirk a dagirker hewl dide xewnên osmaniyan vegerîne û dewletên Rojhilata Navîn dagirker bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên gerîla destnîşan kirin ku li dijî planên dawî yên PDK'ê yên li dijî kurdan ew ê piştgiriya zarokên xwe bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga girîngiya hevgirtin û yekitiyê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir, her wiha diyar kir ku ew bi vebijêrka berxwedanê ve girêdayî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ne tên Kurdan lê belê tevahî şêniyên herêmê dikin armanc û gotin, eger dewleta Tirk êrişî Minbicê bike ew dê bibin şervan û bajarê xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermend û rewşenbîrên bajarê Kobanê diyar kir ku Erdogan bi rêya êrişên li dijî herêmên Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide dema hikmê xwe dirêj bike û gotin dê li hember wê xeta têkoşînê dewam bikin û heta serkeftinê bi berxwedana gerîla re bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-2 endamên rêxistinên jinan êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hedefgirtina projeya Rêveberiya Xweser a ku vîna gel temsîl dike, bi nav kir. Her wiha piştrast kirin ku pêwîste gelên herêmê yên ku DAIŞ têk birine, bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Lêkolînerê kar û barên komên îslamî yên cîhadîst Mistefa Emîn rêbazên bidawîkirina dosyaya çeteyên DAIŞ'ê diyar kirin û anî ziman ku ji rêbazên sereke; derxistina dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî ye û cezakirina kesên ku destekê didin DAIŞ'ê û wan perwede dike ye. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Koordînetor û seroka “Însyatîfa Nûn a ji bo azadiya Ocalan”, Sosin Şoman diyar kir ku ji bo qenciyê vegerînin wan îstiyafa xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan destpê kiriye, ji ber rêber Ocalan girîngiyeke mezin dide mafên jinan û beşek mezin ji fikir û felsefeya xwe ji bo jinan veqetandiye, bi tayber zanista jinelojî. (BI WÊNE).

ANHA