Di topbarana Tinibê de, zarokek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker vê êvarê gundê Tinibê yê Şêrawa topbaran kir, di encamê de zarokek 13 salî dema li ber pezê xwe bû, bi giranî birîndar bûn û 10 pezên wî jî mirin.

Di topbarana Tinibê de, zarokek birîndar bû
2 hezîran, 2022   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirekr û çeteyên wê li ser gundê Tinibê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de zarokê bi navê Hesen Mihemed Mistefa (13), dema li ber pezê xwe bû bi giranî birîndar bû.

Her wiha 10 pezên wî jî mirin.

(fr)

ANHA