Şêniyên Tirbespiyê bi meşekê piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da

Bi sedan şêniyên Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Şêniyên Tirbespiyê bi meşekê piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da
Şêniyên Tirbespiyê bi meşekê piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da
Şêniyên Tirbespiyê bi meşekê piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da
Şêniyên Tirbespiyê bi meşekê piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da
Şêniyên Tirbespiyê bi meşekê piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da
Şêniyên Tirbespiyê bi meşekê piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da
Şêniyên Tirbespiyê bi meşekê piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da
2 hezîran, 2022   17:06
QAMIŞLO

Bi diruşma "Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin" bi sedan şêniyên Tibespiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Beşdar li pêş navenda Kongra Star a li rojhilatê navçeyê kom bûn û pankartên "Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin", alên QSD’ê û wêneyên şehîdan hildan.

Meş li sûka navendî geriya û li Qada Çerxerêya Azadî ya li bakurê navçeyê vegerî mîtîngê. Piştre li ser navê meclisa navçeya Tirbespiyê Noredîn Şakir axivî û da zanîn ku yekitiya pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan teror têk bir û wiha got: "Em ê dagirkeriya Tirk têk bibin, ji ber em di berxwedana xwe de xwedî doz û maf in."

Noredîn Şakir anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê pêkhateyekê hedef digire, lê belê tevahî pêkhateyan hedef digire, hewl dide xaka Sûriyê dagir bike û dîroka Osmanî û Mîsaqî Millî vegerîne. Lê ji ber ku dizane Tevgera Rizgariya Kurdistanê vîna gelan xurt dike û parastina wê dike, êrişî Zap û Avaşînê kir. Lê piştî bi bin ket êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

Bi durişmên silavkirina QSD’ê meş bi dawî bû.

(fr)

ANHA