​​​​​​​Ji ber bahoza li herêma Firat û Minbicê birîndarî û zirarên madî çêbûn

Di encama bahozê de gelek welatî li Kobanê û gundewarên Minbicê birîndar bûn, her wiha gelek dar hatin hilkirin.

​​​​​​​Ji ber bahoza li herêma Firat û Minbicê birîndarî û zirarên madî çêbûn
​​​​​​​Ji ber bahoza li herêma Firat û Minbicê birîndarî û zirarên madî çêbûn
​​​​​​​Ji ber bahoza li herêma Firat û Minbicê birîndarî û zirarên madî çêbûn
​​​​​​​Ji ber bahoza li herêma Firat û Minbicê birîndarî û zirarên madî çêbûn
​​​​​​​Ji ber bahoza li herêma Firat û Minbicê birîndarî û zirarên madî çêbûn
​​​​​​​Ji ber bahoza li herêma Firat û Minbicê birîndarî û zirarên madî çêbûn
​​​​​​​Ji ber bahoza li herêma Firat û Minbicê birîndarî û zirarên madî çêbûn
2 hezîran, 2022   17:35
KOBANÊ

Li herêma Firatê û Minbicê ji danê nîvro de bahoz, toz û tolaz heye, di encamê de li Kobanê dîwarê malekê ku li nêzî benzînxaneya Mistefa Derwîş a li rojhilatê bajêr bi ser zaroka (7) û dapîra wê de ket.

Çavkaniyan da zanîn ku zarok û dapîra wê yekser rakirin nexweşxaneya Minbicê.

Li kêlek wê jî li gelek taxên Kobanê jî, darên temenmezin ketin û hin rê girtin.

Li Minbicê jî di encama hilweşîna dîwarê malekê li gundê Um El-Setih de, Îman El-Hisên (35) û zarokê bi navê Îyad El-Feysel El-Hemadê (14) salî birîndar bûn.

Li gorî bijîşkanû hin hestiyên Îman El-Hisên şikestine, yê Îyad El-Hemadê jî lingê wî şikestiye.

(fr)

ANHA