​​​​​​​`Heftiya Wêjeyî` bi derxistina encamnameyekê bi dawî bû

Rêzeçalakiyên `Heftiya Wêjeyî` bi nîqaşkirina li ser mijara bi navê (Rexne û Rola wê di Pêşketina Wêjeyê de) bi dawî bû. Her wiha Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya rêzeçalakiyê de 3 xalên plansaziyê weke encamnameyekê eşkere kirin.

​​​​​​​`Heftiya Wêjeyî` bi derxistina encamnameyekê bi dawî bû
​​​​​​​`Heftiya Wêjeyî` bi derxistina encamnameyekê bi dawî bû
​​​​​​​`Heftiya Wêjeyî` bi derxistina encamnameyekê bi dawî bû
​​​​​​​`Heftiya Wêjeyî` bi derxistina encamnameyekê bi dawî bû
2 hezîran, 2022   16:47
QAMIŞLO

Rêzeçalakiyên `Heftiya Wêjeyî` ya ku ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû destpêkirin, îro bi paneleke bi sernavê (Rola Rexneyê di Pêşxistina Wêjeyê de) bi dawî bû. Panel ji aliyê Romannivîs Ebdulmecîd Xelef, nivîskar û wergervan Ebas Mûsa, lêkolîner Menhel Xelef ve hat dayîn.

Di panelê de nûnerên ji Rêveberiya Xweser, nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û wêjevan amade bûn. Bi deqeyeke rêzgirtin panel li hola El-Burc a li Qamişloyê dest pê kir. Ebas Mûsa diyar kir ku rexne di pêşxistina wêje yan nivîsa nivîskaran de rol dilîze û got: “Di cîhana kurdî de rexneya li ser berheman qels e, ew jî sedema xwe ji nebûna zanîngeh û dibistanên kurdan di demên berê de digire.”

`DI KOVARAN DE DIVÊ NIVÎSÊN REXNEYÊ HEBIN`

Ebas Mûsa got: “Bi rexneyê nivîskar asta xwe nas dike û xwe li gorî rexneyê bi pêş dixe. Nivîskarê xwedî asteke bilind ew nivîskarê rexnegir e.”

Ebas Mûsa da xuyakirin ku berhemê nivîskaran bi rexneyê tê nirxandin, pê re jî ew nivîs xwe dewlemend dike û got: “Nirxandina helbestan bi gotina ev helbest kilasîk e yan nûjen e têrê nake, divê rexne bi ziravî bê destgirtin. Ji bo derxistina nivîsên nivîskaran bi awayekî pisporî divê di kovaran de cih ji nivîsê rexneyê re bên veqetandin.”

Menhel Xelef da zanîn ku rexneya wêjeyî, wêjeyê digire dest û lêkolîn dike û got: “Armancên sereke yên rexneyê şîrovekirin, analîzkirin û nirxandin e.”

`NE TENÊ WÊJE HEMÛ HUNER BI HACETÎ REXNEYÊ NE`

Menhel Xelef got: “Dema em li peywira rexneyê binêrin û her sê xalên wê berçav re derbas bikin, tê xuyakirin ku rexne pireke di navbera wêje û xwînerê wêjeyê de ye. Divê rexne bi rêbazeke zanistî bê kirin, hemû huner bi hacetî rexneyê ne, ne tenê wêje.”

Li aliyekî din Ebdulmecîd Xelef jî diyar kir ku rexneger pêwîst e bi şêwazeke rêzdarî rexneyan li ser nivîsan bikin û got: “Ji ber her nivîskarek xwedî kesayeteke, divê rexneger vê yekê tekez li ber çavan derbas bike.”

Têkildarî rewşa pirtûkan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulmecîd bal kişand ser xalên lawaz û got: “Di pirtûkan de divê bêhtir sernav, qab û naverok hevgirtîbin. Qabê pirtûkan dûrî mijara pirtûkê ye, ev yek jî vedigire weşanxaneya ku pirtûk lê tê çapkirin. Di pirtûkan de şîroveya peyvên nenaskirî kêm tên nivîsîn.”

`PÊWÎST E ZANISTA REXNEYÊ BIBE METERYAL`

Paşê beşdaran jî nêrîna xwe parve kirin, nivîskar Evîn Yûsif diyar kir ku ji bo rexneya teknîkî ya li ser weşanxaneyan pêwîst e di her weşanxaneyekê de komîteyeke pispor bê avakirin.

Nivîskar Beşîr Mele Newaf jî da xuyakirin ku di warê kurdî de asta rexneyê tune ye, heta zemîna wêjeyê berfireh nebe ew ê rexne di asta xwe ya tunebûnê de bimîne û got: “Nayê wateya ku hemû rexnevanên serdemên berê rast in, divê zanista rexneyê wekî meteryal cihê xwe di zanîngehan de bigire, da ku nifşên bê li ser rexneyê hakimtir be.”

Nivîskar Ciwan Îbrahîm da zanîn ku rexne û wergerandin wêjeyê pêş dixe û got: “Beriya 350 salî Ehmedê Xanê di pirtûka xwe ya Mem û Zîn de rêbazê rexneyê bi kar aniye, tê de rexne li desthildaran dikir. Lewra pêwîstî bi vekirina navendên pisporî yên rexneyê heye.”

DAXUYANÎ

Piştî axaftin û nîqaşan Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encamnameyekê rêzeçalakiyên `Heftiya Wêjeyê` bi dawî kir. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê nivîskar Evîn Yûsif û bi zimanê kurdî ji aliyê Endama Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zara Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de rêzeçalakiyên `Heftiya Wêjeyî` ya ku bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” hat lidarxistin, hatin şîrovekirin. Pêşinyarên ku dê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên pêş de li ser kar bike jî hatin eşkerekirin, pêşinyar jî wiha ne:

“­-Destekdayîna nivîskar, baldarên wêjeyê û afirandina mercên guncaw ji wan re, her wiha alîkariya şênberî û razberî bi wan re.

-Damezirandina navendeke kombûna wêjeyî ku pisporiya rexneya wêjeyî, rêbaza lêkolîn û belgekirinê bike.

-Damezirandina saloneke wêjeyî ji bo xwendina berhemên xwecihî, pêşkêşiya rexne û nirxandinê ji van berheman re.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Dîsa spasî ji bo her kesên ku alîkariya amadekirina vê `Heftiya Wêjeyî kirin û ji bo her kesê ku ji derveyî bajarê me beşdar bûn û tengasiya çûnûhatinê kişandin. Em hêvîdar in ku ev hefte bibe navgîna kombûn, gotûbêj û hevkariyê ji bo pêşdebirina rewşa rewşenbîrî û wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

(sb)

ANHA