Zanîngeha Firatê ya Hesekê xwendekaran li dijî Rêveberiya Xweser sor dike

Berpirsên Zanîngeha Firatê du vebijêrkan datînin pêş xwendekaran, yan wê li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê rabin, yan jî dê fakulteyên wan veguhêzin Dêrazorê. Bi vê yekê bi pêşeroja 30 hezar xwendekaran dilîzin. Ev carek din niyeta hikumeta Şamê a polîtîzekirina perwerdeyê eşkere dike.

Zanîngeha Firatê ya Hesekê xwendekaran li dijî Rêveberiya Xweser sor dike
31 gulan, 2022   05:57
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Bi armanca têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê cîgirê serokatiya Zanîngeha Firatê û Berpirsê Fakulteya Hiqûqê ya li Bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di ezmûnên niha de xwendekaran li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê tehrîk dikin û ji xwendekaran re got, ger hûn li dijî her du aliyan dernekevin ew ê fakulteyên Zanîngeha Firatê veguhêzin Dêrazorê.

Hikumeta Şamê bi rêya parêzgerê Hesekê Xesan Xelîl beriya çend mehan, hewl da bi hincetên wekî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî taxa Xiwêran fakulteyên Zanîngeha Firatê ji Hesekê bibe Dêrazorê û çend mehan jî dewama fakulteyan da rawestandin.

Têkildarî mijarê û piştî ku bajar aram bû, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke fermî 15`ê Sibata îsal bi rêya Rêveberiya Kantona Hesekê û Komîteyên Perwerdê bang li rêveberiya Zanîngeha Firatê kir ku werin sicil û hewcedariyên taybet bi fakulteyan û Fakulteya Çandiniyê û avahiyên din ên Rêveberiya Zanîngehê wergirin, da ku xwendekar bikarin xwendina xwe berdewam bikin û ezmûnên xwe pêşkêş bikin. Lê dîsa jî rêveberiya zanîngehê ezmûn paş xist û banga Rêveberiya Xweser bi cih neanî.

Rêveberiya Xweser helwesta hikumeta Şamê wekî reva ji berpirsyariya xwendekaran bi nav kir, da ku fakulteyan bi hincetan veguhêze herêmên din û rastiyan berovajî bike.

Lê piştî hewldanên wê bi bin ketin, QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişên çeteyên DAIŞ`ê têk birin û taxên fakulte lê hene aram bûn, Zanîngeha Firatê şaxê Hesekê piştî ku 3 mehan ezmûn taloq kiribûn, ragihand ku ew ê 14`ê Gulanê dest bi ezmûnan bike.

Li gorî malperên medya civakî, her wiha hin xwendekarên ku ji ber sedemên ewlehiyê navên xwe eşkere nekirin, ji ajansa me re diyar kir ku ew ji biryara fakulteyê ne razî ne mat û bê hêvî mane.

Xwendekaran îşaret bi tedbîrên bi destpêkirina ezmûnan re girtine, kir û gotin: "Berpirsê Fakulteya Hiqûqê Ebdullah El-Selmo bi me re civiya û ji me re got, ew ê cîgirê serokatiya Zanîngeha Firatê Mihemed El-Tehtûh serdana zanîngehê bike da ku li nêrînên we guhdarî bike. Di nav axaftinên xwe de berpirs ji xwendekaran xwest ku li ser ragihandina ji nişka ve ya destpêkirina ezmûnan, nerazîbûnên xwe nîşan nedin û gefa veguheztina fakulteyan ber bi bajarê Dêrazorê ve li wan xwar. Xwendekar ji ber ku li ser pêşeroja xwe ditirsin, gotina berpirsê fakulteyê qebûl kirin."

Xwendekaran anî ziman ku li şûna Mihemed El-Tehtûh kar û barên xwendekaran nîqaş bikira, dest bi siyasetê kir û îdia kir ku QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pey rawestandina projeya xwendinê ya li Hesekê ne, lê behsa rewşa bajêr û neçarkirina zanîngehê ku fakulteyên xwe veguhêze nekir û got, ev alî fakulteyan radest nakin an jî avahiyên alternetîf dabîn nakin.

El-Tehtûh di civînê de ji xwendekaran xwest ku li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê derkevin, lê ger vê yekê pêk neynin ew ê fakulteyan veguhêzin Dêrazorê û wan ji ezmûnên bê, bê par bihêlin.

Hikumeta Şamê êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêranê ya Hesekê bi kar anî û Fakulteyên Zanîngeha Firatê ya Hesekê girt, bi vê re jî xwest şêniyên herêmê li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê derkevin.

Hêjayî bibîrxistinê ku 30 hezar xwendekarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li fakulte û peymangehên şaxê Zanîngeha Firatê ya Hesekê ku ji 8 fakulte û 12 peymangehan pêk tê, dixwînin.

(eh)

ANHA