​​​​​​​Eşîrên ereban: Projeya Tirkiyê ya bicihkirina penaberan binpêkirina serdestiya Sûriyê ye

Rûpsiyên eşîrên ereban ên kantona Hesekê diyar kir ku projeya dewleta Tirk a dagirker a bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî binpêkirina serdestiya xaka Sûriyê ye. Rûspiyan bang li Komkara Dewletên Ereban kir ku li dijî vê projeyê tev bigere.

​​​​​​​Eşîrên ereban: Projeya Tirkiyê ya bicihkirina penaberan binpêkirina serdestiya Sûriyê ye
31 gulan, 2022   00:48
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Serokkomarê Tirkiyê destpêka Gulanê ragihand ku ew ê li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê avahiyên mêtingeriyê çêbike da ku milyonek penaberên sûrî yên li Tirkiyê vegerîne, ji van herêman Efrîn, Ezaz, Bab, Carablus, Girê Spî û Serêkaniyê.

Projeya avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî, armanca dike ku guhartina demografiyê çêbike, lê li hemberî vê bertekên redkirinê derketin pêş û bang li NY`yê û Yekitiya Ewropa hat kirin ku xeteriya vê projeyê nas bikin, di serî de Komîteya Koçberên Serêkaniyê, 44 rêxistinên hiquqî û rojnamegerî û civaka sivîl.

Rûspiyê êla Cibûr a Kantona Hesekê Mihemed El-Birak axivî û got, dewleta Tirk bi piştgiriya Qeter û Kiwêtê projeya avahiyên mêtingeriyê pêk tîne û dixwaze guhartina demografiyê çêbike, ev jî tê wateya binpêkirina seweriya welat.  

El-Birak wekî pêkhateyên din projeya mêtingeriyê red kir û wiha axivî: "Sûriyê bi pirrengiya çand, ol û neteweyên xwe ji Kurd, Ereb û Suryan mozaîk e, ev hemû jî projeya avahiyên mêtingeriyê ya Tirkiyê red dikin."  

El-Birak îşaret bi bandora van avahiyan li ser gelê herêmê, bi taybet pêkhateya Ereb kir û ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk a dagirker çeteyên Sûriyê ji bo pêkanîna vê projeyê bi kar tîne, lê di rastiyê de bicihkirina vê projeyê li herêmên dagikirî ji bo hemû dewletên ereban ne baş e."

Komkara Dewletên Ereban bi rêya balyoz û alîkarê sekretêrê giştî Husam Zekî li pêşiya civîna 6`emîn a Brukselê ya Piştgiriya Pêşeroja Sûriyê, ev proje red kir.

Lê heta niha ruxmî projeya avahiyên mêtingeriyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan li yekitiya welatên ereban jî dixwe û tê wateya vegera serdema Osmanî, lê dîsa jî li hemberî vê porjeyê Komkarê tu gav neavêtine.

El-Birak anî ziman ku sedema berdewamkirina dewleta Tirk ji sûcan re, ew e ku Komkara Dewletên Ereban bi erka xwe ranabe, lewma divê balyozên Tirk li dewletên Ereban kom bike da û ji wan re bide xuyakirin ku projeya mêtingeriyê red dikin.

El-Birak destnîşan kir ku redkirina Komkara Dewletên Ereban têrê nake, divê li hemberî projeyên mêtingeriyê helwesteke cidî nîşan bide, ji ber ku xeteriyeke mezin çêdike û hevgirêdana civakî têk dibe.

Şêxê eşîra El-Ubêd, Salih El-Ubêdî projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê yên dagirkirî red kir.

El-Ubêdî helwesta dewletên Ereb a li hemberî rewşa Sûriyê rexne kir got, divê Komkara Dewletên Ereban rasterast vê projeyê red bike û dawî li dagirkeriya Tirk bîne.

Di dawiyê de Salih El-Ubêdî da zanîn ku projeyên dewleta Tirk bi taybet avakirina projeya mêtingeriyê xeteriyê li ser tevahiya gelê herêmê çêdike û dê bandorê li dewletên cîran jî bike.

(eh)

ANHA