​​​​​​​Çalakvanên Ereb: Gerîla projeya Osmaniya Nû têk dibe

Çalakvanên Ereb ên ji kantona Hesekê îşaret bi lehengiya HPG`ê li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk kir û got ev yek dê projeya Osmaniya Nû bi çekên sivik têk bibe, her wiha teqez kir ku dê destekê bidin erka nîştimanî.

​​​​​​​Çalakvanên Ereb: Gerîla projeya Osmaniya Nû têk dibe
31 gulan, 2022   01:37
HESEKÊ

Dewleta Tirk êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê zêde dike. Di êrişên xwe de çek, teknîka leşkerî û çekên qedexekirî li dijî HPG`ê bi kar tîne û êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Armanca wê ji vê yekê ew e ku berxwedana gelêrî têk bibe û projeya xwe ya Osmaniya Nû, pêk bîne.

Li gorî daxuyaniyên rojane yên Navenda Ragihandinê ya HPG`ê tevî hemû derfetên pêşketî ku dewleta Tirk di êrişên qirkirinê yên hevbeş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi beşdarbûna PDK`ê pêk tîne û destekdayîna wê ya îstixbaratî û lojistîk dike, dewleta Tirk tu pêşketin li wan herêman pêk neanî.

Çalakvanê sivîl ê ji kantona Hesekê Yûsif El-Zahir binketina dewleta Tirk di dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê de tevî hemû derfetên wê li hember berxwedana lehengî ya HPG`ê bi bîr xist û wiha got: "Heta niha gerîla efsaneyên lehengiyê ji bo rizgarkirina gelên li herêmên Kurdistanê bi pêkhateyên wê yên cûda, dinivîsîne û li hember planên dewleta Tirk disekine."

Yûsif El-Zahir teqez kir ku dewleta Tirk bi rêya destekdayîna navneteweyî û bikaranîna hemû cûreyên çekan û yên kîmyewî, dixwaze gelên ku baweriya wan bi fikreyên neteweya demokratîk û hêzên parastina vê fikreyê dike heye, tune bike.

El-Zahir wiha domand: "Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze fikreyên neteweya demokratîk dûrî gelan bixe da ku neyên rizgarkirin û rûbera serweriya xwe ya erdnîgarî berfireh bike da ku çavnebariya osmanî zêde bike."

El-Zahir di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk bi çekên xwe nikaribû îradeya HPG`ê têk bibe. Lê belê van êrişan hêz, îrade û îsrara gerîla di berdewamkirina berdêlan de û dayîna her tiştê giranbuha ji bo gihaştina armancên xwe di rizgarkirina civakan de û parastina serxwebûna îradeya wê, zêde kir."

Yûsif El-Zahir destnîşan kir ku berxwedana HPG`ê nimûneya parastina xakê di mejiyê gelan de xurt dike da ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin ku dixwazin serwerî û serdestiya xwe li ser herêmê ferz bike û demografiya wê biguherîne.

Yûsif El-Zahir got dê destekê bidin HPG`ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê destekdayîna ji hêzên xwe re nesekinînin û em ê têkoşînê bilind bikin. Em bi îsrar in ku ala serkeftinê bilind bikin û projeya neteweya demokratîk pêk bînin, her wiha destekdayîna ji hêzên erka nîştimanî re dikeve ser milê hemû gelên herêmê."

Çalakvaniyê siyasî Fadil El-Hisên jî îşaret bi binketina hewldanên dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir û ev tişt got: "Tevî hemû hewldanên dewleta Tirk û yên destekê di operasyona leşkerî dide wan da ku HPG`ê li çiyayên Kurdistanê têk bibin, em dibînin ku berxwedan bi ser dikeve, dagirkerê ku tu pêşketin bidest nexist, ziyanan dibîne."

Fadil El-Hisên di axaftina xwe de behsa berxwedana gerîla kir û ev tişt anî ziman: "Tevî hemû derfetên mezin ên dewleta Tirk ku ji hêzên herî xurt û endama NATO`yê ye, em dibînin ku gerîla efsaneyên mezin dinivîsîne û ziyanên mezin digihîne dewleta Tirk."

Fadil El-Hisên wiha pê de çû: "Berxwedana gerîla dewleta Tirk tevlîhev kir. Rewşeke ji tevlîheviyê û tirsê ava kir û ev yek di kolana siyasî ya tirkî de eşkere ye. Ji ber wê AKP`ê bi serkêşiya Erdogan alîgiriya xwe winda kir."

El-Hisên piştrast kir ku berxwedan didome, gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li derdora HPG`ê kom dibin heta ku armancên xwe ya projeya neteweya demokkratîk pêk bînin û ev jî tevî hemû gefên dewleta Tirk bi rêya dezgehên çapemeiyê û kenalên televizyonan pêk tê.

Têkildarî helwesta şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji guhrkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmên wan û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Fadil El-Hisên bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Gelên herêmê berxwedêr in. Gerîla jî li Heftanîn û Zapê li ber xwe didin û efsaneyên lehengiyê dinivîsînin. Em girêdayî van hêzan in û ew ji me ne. Di parastina vê xakê de em xwe dispêrin wan û destekdayîna ji wan re erka me ye."

(bx)

ANHA