'Dewleta Tirk li Gever û Payîzavayê dest bi operasyonê kir'

Ajansa Mezopotamyayê li gorî çavkaniyên xwe ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Colemêrg û Wanê dest bi operasyonên leşkerî kir.

'Dewleta Tirk li Gever û Payîzavayê dest bi operasyonê kir'
31 gulan, 2022   09:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê, duh di saetên şevê de li navçeya Gever a Colemêrgê operasyoneke leşkerî dest pê kir. Li gorî agahiyan, operasyon li çiyayê Sipêrêz dest pê kiriye û heta saetên serê sibehê li herêma operasyonê liv û tevgera helîkopter, SÎHA û ÎHA'yan hebûye.

Hat diyarkirin ku operasyonên li gundên Pagê, Tiloran a Jêr û Jor, Kuçe, Zîzan, Memkava, Meşkan, Kêlban, Yekmala Jor û Jêr, Darê, Kaportê, Çardiwar, Mûşan û li herêmên Tajdîn, Sipêrêz, Çiyayê Omerê, Pagê û Topizawa didome. 

Hate ragihandin ku lio herêmê liv û tevgera hewayî heye û sewqîyata leşkerî ber bi herêman ve tê kirin. 

Li navçeya Payîzava ya Wanê jî bi heman rengî operasyoneke berfireh dest pê kir. Hat diyarkirin ku operasyonê li gundê Tako, Aşxan, Silîlan, Merwano û zozanên Tirşinê didome.