​​​​​​​Tava Sor yekemîn rêzefilma li Rojava wê di Stêrk TV de were weşandin

Piştî xebata salekê li Rojava yekemîn rêzefilmê bi navê Tava Sor hate derxistin û di demeke nêz de dê li ser Stêrk TV were weşandin.

​​​​​​​Tava Sor yekemîn rêzefilma li Rojava wê di Stêrk TV de were weşandin
​​​​​​​Tava Sor yekemîn rêzefilma li Rojava wê di Stêrk TV de were weşandin
​​​​​​​Tava Sor yekemîn rêzefilma li Rojava wê di Stêrk TV de were weşandin
​​​​​​​Tava Sor yekemîn rêzefilma li Rojava wê di Stêrk TV de were weşandin
​​​​​​​Tava Sor yekemîn rêzefilma li Rojava wê di Stêrk TV de were weşandin
​​​​​​​Tava Sor yekemîn rêzefilma li Rojava wê di Stêrk TV de were weşandin
31 gulan, 2022   03:27
QAMIŞLO

Koma xebata rêzefilma Tava Sor xebatê kişandina film û tedbîrên pîşeyî piştî salekê bi dawî kir. Rêzefilm ji aliyê derhêner Teymûr Evdikê û Deştî Resûl û Nûman Yigit e û tê payîn ku di demeke nêz de li ser Stêrk TV were weşandin.

Sînaryoya rêzefilma Tava Sor ji aliyê Ehmed Tahir ve hatiye nivîsandin. Rêzefilm ji 16 xelekan pêk tê û dema her xelekekê 45 dk.  35 lîstokvan û hezar û 500 kombars di rêzefilm de dilîzin. Teymûr Evdikê û Deştî Resûl derhêneriya 7 xelekên destpêkê kiriye, Nûman Yigit jî derhêneriya 9 xelekên mayîn kiriye.

HIN BEŞ JI RÊZEFILM

Rêzefilm di her heft xelekên xwe yên destpêkê de behsa berxwedana YPS`ê li bajarê Cizîra Botan li Bakurê Kurdistanê di navbera 2015 – 2016`an de dike. Di rêzefilmê de behsa gelek dozan tê kirin ji wan rêya niştîmanî, rêya îxanetê, têkoşîn û hezkirina kurdî ya rast. Her wiha behsa berxwedana ku di wê demê de hate kirin û rewşa kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê, rastiya şerê li bajarê Cizîrê hate kirin. Xelekên wê yên din jî behsa binpêkirin û zexta ku dewleta Tirk piştî şer li dijî ciwanan bi kar tîne, dike.

Rêzefilm li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kişandin mîna herêma Dêrikê ku erdnîgeriya wê mîna erdnîgeriya bajarê Cizîra Botan e, navçeya Girkê Legê û bajarê Reqayê û hin dîmen li bajarê Qamişlo jî hatin girtin.

Ev xebatê yekemîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê çêkirin. Têkildarî rêzefilm yek ji kesayetên sereke di rêzefilmê de Nesme Ilyas ji me re axivî. Rola Nesme Ilyas di rêzefilmê de bi navê Zînê ye. Nesme Ilyas wiha axivî: "Cara yekemîn e ku ez di rêzefilmekê de dilîzim. Ev cara yekemîn e ku rêzefilm li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê çêkirin. Piraniya lîstokvanan cara yekemîn dilîzin. Destpêkê em rastî gelek zehmetiyan hatin ew jî ji ber ev xebatekî nû ji bo me ye."

Nesme Ilyas têkildarî kesayeta Zînê ev tişt got: "Zînê jineke 22 salî ye. Ji çîna navîn e û keçeke tenê di malbatê de ye. Ew kesayeta sereke di rêzefilma Tava Sor de ye. Ew rojnamevaneke ji bajarê Cizîrê ye. Ji kesekî bi navê Derwêş hez dike. Bi vê fikreyê derhêner xwest nêrîna hezkirina di navbera Mem û Zînê, Derwêş û Edûlê de bi rêbazekî nû tevl li nava hev bike."

Efsaneya Derwêş û Edûlê ji efsaneyên bibandor di dîroka kurdî de ye. Mîna efsaneya Mem û Zînê ya helbestvanê Kurd Ehmedê Xanê di sedsala 19`an de. Ew jî ji bajarê Cizîrê Botan e û di nava şerê çînî, civakî, rewşên aborî yên zehmet de û şerê li herêmê jiya bi taybet ê di navbera osmanî û sefewiyan de.

Nesme Ilyas di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Em bi şans in ku em tev li vê xebata hunerî bûne. Em bi hêvî ne ku gel jê hez bike."

Lîstokvanê bi navê Mihemed Ismet Hemo jî der barê rola "Derwêş" di rêzefilmê de ev tişt got: "Kesayeta Derwêş ji malbateke welatparêz ji Cizîra Botan e. Li Enqere dixwend. Dema şer li Cizîrê dest pê kir biryar da ku vegere û tev li şer bibe. Bavê wî di warê siyasetê de dixebite û apê wî alîgirê dewleta Tirk e."

Mihemed Ismet Hemo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi rêya malbata Derwêş mirov dikare bêje ku me xwest balê bikşînin ser rêya berxwedan, welatparêzî û îxanetê. Ev jî rastiya kurdistanî ye."

Norşîn Salih ku ji bajarê Kobanê ye rola jinekê ku di klubeke şevê de dixebite, têkiliyên wê bi dewleta Tirk re hene, hemû bûyerên ku di rêzefilmê de diqewimin çîrokên rast in û li Cizîrê Botan qewimîne.

Norşîn Salih got dema di rêzêfilmê de dixebitîn ew mîna malbatekê bi hev re dixebitîn.

(bx)

ANHA