'Komîteya destûrê tu sûdê nade gelê Sûriyê'

Bi berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, gefên wê li dijî herêmê û bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî re, gereke nû ya civînên Komîteya Destûrî dest pê dike ruxmî ku 7 gerên wê yên berê bi bin ketine. Muxalifekî sûrî diyar kir ku ev komîteya li ser neheqeyekê ava bûye û tu sûdê nade gelê Sûriyê.

'Komîteya destûrê tu sûdê nade gelê Sûriyê'
29 gulan, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Komîteya Destûrî ya Sûriyê gera xwe ya 8`an duh şemî dest pê kir. Lê tu encam nehatin bidestxistin. Tenê windakirina demê ye.

Tê payîn ku ev ger heta 3`yê Hezîranê berdewam bike. Ruxmî ku bi sponseriya Rûsya, Tirkiyê û Îranê ev civîn li dar dikevin, lê nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê tê de cih nagirin û tevî ku 7 caran bi bin ketiye, lê dîsa jî lidarxistina wê didome.

Piştî civîna di navbera serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de li Enqereyê ku di encamê de komîteyek bê nûnerên rastîn ên 5 milyon sûrî hate avakirin, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li şûna sûriyan, avakirina Komîteya Destûrî ragihand. Ev mijar nakokiyeke mezin di nav aliyên demokrat de çêkir û banên biserketina wê daketin.

Rûsya sala 2016`an, propagandaya destûreke nû ya Sûriyê kir. Di 24`ê Gulana 2016`an de rojnameya El-Exbar a Lubnanê ku nêzî hikumeta Şamê ye, got Moskov sazkirina reşnivîsa destûra Sûriyê bi dawî kiriye. Rûsya bi rêya wê, hewl da qanûn û bendên destûrî deyne da ku bala aliyên sûrî bikişîne ser wê.

Piştî ku Rûs, Tirk û Îran li hev kir û lihevkirina herêmên ''Bêçek'' hate ragihandin, diviyabû ku armanca destûrê were guhertin, bi şêwazekê ku hegemoya li ser gelê Sûriyê rewa bike.

Ev hevbendî nexşerêya leşkerî li Sûriyê, li gorî berjewendiyên xwe yên nû guhert. Dewleta Tirk çeteyên xwe ji herêmên mîna Xuta, gundewarê Heleb û Humisê kişandin û birin Idlibê. Li gorî gelek lihevkirinan dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û çeteyên xwe û malbatên wan li wan herêman bi cih kirin û demografiya wan guhert.

Piştî wê, ev hevbendî dît ku heke bi vê serkeftinê re li asta siyasî tevnegere, dê kêm bimîne, ji ber wê berê xwe da destûrê.

Em ê bi rêya rapora xwe gerên berê yên Komîteya Destûrî bi bîr bixin:

GERA YEKÊ.. ZAYÎNA ZEHMET

Di 8`ê Mijdara 2019`an de gera yekemîn bê encam bi dawî bû. Endamên şandeyan beshê kirin ku civîn sar bû û aliyan silav jî li hev nekir.

Pêşbiniyên vê civînê zaîf bûn, piştî ku Şam bi desteka Rûsya û Îranê destkeftî li ser erdê bi dest xist û tu hicet nehişt ku ew tawîzan bide. Wê demê endamên şandeyan gotin,danûstandin germ bûn.

GERA DUYEMÎN..LIHEV NEKIR

Di 30`yê heman mehê de, gera duyemîn bi bin ket, aliyên Desteya Teng a Komîteya Destûrî li hev nekir. Di encamê de civîna dawîn a komîteyê li dar neket.

NY`yê mijar mezin nekir û got ew astengiyeke biçûk e dê bilez bê derbaskirin. Lê çavdêran diyar kir ku nakokî li ser kar û xebatên desteya teng, îsbat dike ku heke bikevin hûrgiliyan û behsa mijarên cewherî bê kirin di dema pêş de gelek astengî dê derkevin.

Destpêkê şandeya Şamê ji avahiya NY`yê derket piştre şandeyên din beyî ku komîte li ser desteya teng a ji 45 endaman pêk tê li hev bikin.

Di civîneke çapemeniyê de nûnerê taybet ê NY bo Sûriyê Geir Pederson got: ''Me gera duyamîn a komîteyê bi dawî kir, lê nepêkan bû ku civîna koma teng li dar bikeve. Ji ber li ser kar û xebatan lihevkirin tune bû.''

GERA SÊYEMÎN.. KORONA BÛ SEDEMA BINKEFTINÊ

Di 25`ê Tebaxa 2020`an de piştî çend saetan ji destpêkirina civînê, NY`yê danûstandinên Komîteya Destûrî li Cinevê rawestand piştî ku 3 beşdarên wê bi vîrûsa koronayê ketine.

GERA ÇAREMÎN.. ŞAM LI BIDAWÎKIRINA DORPÊÇÊ HEYIRÎ

Di 15`ê Kanûnê de gera çaran a civînan li Cinevê bê encam bi dawî bû.

Li gorî raporan, wê demê hikumeta Şamê ji bo tawîzan bide, rakirina cezayan û bidawîkirina dorpêçê şert danîbû.

GERA PÊNCEMÎN.. BÊHÊVIYA PEDERSON DESTPÊ KIR

Di 30`yê Kanûna 2021`an de, gera pêncan a danûstandinên Komîteya Destûrî bêyî ku pêşketinek çêbike bi dawî bû.

Wê demê Pederson rave kir ku ew ji vê yekê bê hêvî ye. Her wiha diyar kir ku aliyên komîteyê lihev nekir.

Pederson ji rojnamevanan re ragihand ku piştî gera 5`an a 45 endamên Koma Teng a Komîteya Destûrê li Cinevê, got: ''Em nikarin wisa berdewam bikin. Hefteyek bê hêvî bû. ''

Berdevkê NY ê New Yorkê Stephane Dujarric got, bêhêviya Pederon diyar e.

GERA ŞEŞEMÎN.. PEDERSON GELEK BEDBÎN E

Di 23`yê Cotmeha 2021`an de Komîteya Destûrî gera 6`an dîsa bê pêşketin bi dawî kir. Pederson wê demê got ew gelek bedbîn e. Her wiha ragihand: "Me ne li ser reşnivîsa destûra nû yan jî dema bê ya civînê li hev nekir. ''

`GERA HEFTEMÎN ALIYÊN BEŞDAR BI ZIHNIYETA NIJADPEREST GIRÊDAYÎ BÛN

Di 25`ê Adarê de gera 7`an a Komîteya Destûrî li Cinevê bi awayekî nezelal bi dawî bû. Geir Pederson û nûnerê opozîsonê civîna çapemeniyê ya dawîn betal kir. 

Di vê gerê de, hikumeta Şamê û Îtîlafa Sûriyê bi rêya nijadperestî û înkarkirina mafên pêkhateyên Sûriyê, siyasetên xwe yên li ser parçekirinê û belavkirina tevliheviyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de teqez kirin.

Di roja yekemîn a gerê de, şandeyê qaşo bi navê Civaka Sivîl ku ji kesayetên alîgirên hikumeta Şamê û oposîzyonê pêk tê, pêşniyarek bi navnîşana'' Nasnameya dewletê'' pêşkêş kir. Ev pêşniyar, banga mayîndekirina erebbûna Sûriyê li ser hesabê pêkhateyên din dike.

Di roja duyemîn de şandeya hikumetê jî pêşniyarek bi navnîşan ''Sembolên dewletê'' pêşkêş kir ku heta asteke mezin dişibe pêşniyara nasnameya dewletê.

Li gorî heman zihniyetê û hema çarçoveya berê, Komîteya Destûrê di 30`yê Gulan de dest bi gera 8`an kir.

`KOMÎTEYEK LI SER BINGEHEKE NEHEQÎ AVA BÛYE`

Muxalifê sûrî û koordînerê Kombûna Sûriyên Laîk ên Demokrat li Siweydayê Semîr Ezam têkildarî mijarê got: “Ji destpêkê ve em li dijî avakirina Komîteya Destûrî bûn. Mafê tu dewletekê yan jî komeke dewletan tune ye ku ji bo sazkirina destûra dewleteke din, komîteyekê ava bike.  Sazkirin an jî nivîsandina destûrê ji mafê gel ne, tişta li ser neheqiyê ava bûye, batil e.”

Ezam anî ziman ku ev komîte dê tu çareseriyan pêşkêş neke, ji ber dewletên ku ew komîte ava kirine, Tirkiyê û Îran ji berê ve û heta îro jî dijbarê Sûriyê ne. Rûsya jî, bi her duyan re şirîk û hevalbend e.

Ezam diyar kir ku nûnerên pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di vê komîteyê de negirtiye, tenê nûnerê du aliyên zordest û înkarker (rejîm û îtîlaf) û şandeya qaşo bi navê civaka sivîl ku nûnerên wan in cihê xwe tê de girt û got: “Ji xwe civaka sivîl tev li civînên çareserkirina aloziyên dewletan nabe. Rola wê piştî çareseriyê tê.”

Bi vetoya Tirkiyê û desteka hêzên navneteweyî yên di dosyaya Sûriyê de çalak in, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî, hatin dûrxistin. Yanî derdora 5 milyon sûrî ji vê komîteyê hatin dûrxistin.

Der barê girîngiya van civînan de Ezam got: “Tu sûd an jî girîngiya van civînan ji bo sûriyan tune ye. Çima bi çavdêriya nûnerên NY`yê lidardikevin jî, em bawer dikim ku dewletên çalak ên NY`yê mîna Amerîka û dewletên rojava, planeke din a wan mîna ya Cinevê heye. Armanc dikin, her du aliyên zordest û înkarker (rejîm û islamî) ji hal bixin. Ji ber ku bawer dikin ku ev her du alî jî nikarin bigihêjin tu çareseriyan.”

`TIRKIYE QANÛNA NAVNETEWEYÎ BIN PÊ DIKE Û DIVÊ HESA JÊ BÊ XWESTIN`

Li gel gefên dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina herêmên Sûriyê û hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gera nû li dar dikeve.

Her wiha hemwextî bicihkirina penaberan ji aliyê dewleta Tirk ve li herêmên din ên Sûriyê qaşo di bin navê ''Vegera dildarî ya penaberên sûrî'' li dar dikeve. Dewleta Tirk penaberan ji Tirkiyê derdixe û li herêmên Sûriyê yên ne warên wan ên resen e bi cih dike. Gelek siyasetmedar, partî û kesayetên sûrî û navneteweyî hişyarî dan ku dê ev yek bibe sedema qirkirina nejadî û guhertina demografîk ku rê li pêşiya parçekirina van herêmê ji Sûriyê û tevlikirina wê bo Tirkiyê vedike.

Der barê nakokiya li ser destûrê li gel gefên dewleta Tirk û pêkanîna projeya bicihkirina penaberan de, Ezam got: “Sûcên dewleta Tirk ên dagirkirina axa Sûriyê, sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê yên li herêmên dagirkirî pêk anîne, qirkirina pêkhateyên Sûriyê û bicihkirina sûriyan li herêmên wan ên neresen, qanûna navneteweyî û lihevkirina 4`an a Cinevê binpê dike. Ji ber van sûcên li jor hatin bi bîrxistin, divê civata navneteweyî hesab ji dewleta Tirk bixwaze û wê darizîne. Ne hîna bike aliyek di avakirina komîteyekê de yan jî cihê xwe di çareserkirina aloziyê de bigire.”

(şx)

ANHA