​​​​​​​Nivsîkarê misirî El-Milêcî: Divê dewletên erebî li hemberî projeya Tirkiyê bi lez bikevin tevgerê

Nivîskar û rojnamevanê misirî Îlhamî El-Milêcî anî ziman ku avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriyeke hebûnê li ser Sûriyê çêdike û wekî, çavkaniya penceşêrê di laşê sûrî de bi nav kir. El-Milêcî got, pêwîste dewletên erebî li hemberî guhertina demgografiyaya welat bi lez bikeve tevgerê.

​​​​​​​Nivsîkarê misirî El-Milêcî: Divê dewletên erebî li hemberî projeya Tirkiyê bi lez bikevin tevgerê
29 gulan, 2022   03:17
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Bi destpêka aloziya Sûriyê re di sala 2011`an de dewleta Tirk rasterast destwerdana Sûriyê kir. Destek da komên çete yên mîna Ehrar El-Şam, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê. Piştî binketina van komên çete di pêkanîna siyasetên dewleta Tirk de, dewleta Tirk di 24`ê Tebaxa 2014`an bi artêşa xwe destweran kir û Cerablus, Ezaz, Bab û heta Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Nivîskar û rojnamevanê misirî Îlhamî El-Milêcî ji ANHA`yê re behsa destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê kir û wiha got: "Sedemên sereke yên destwerdana dewleta Tirk li karûbarên Sûriyê çavnebariyên wê yên berfirehbûnê di xaka Sûriyê de ye, dixwaze projeya osmanî zindî bike ku gelek dewletên ereban bixe bin serweriya xwe. Her wiha da ku hebûna çalak a kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz bike."

Tevî destwerdana dewleta Tirk di karûbarên Sûriyê de lê dewletên ereban û Komkara Ereban tu helwest li hember vê yekê nîşan neda û tevî ku Sûriyê yek ji dewletên ku komkara ereban damezirand.

Li ser vê yekê Îlhamî El-Milêcî got: "Bêdengî yan jî lawazbûna helwesta erebî û Komkara Ereban li hemberî planên berfirehbûnê yên dewleta Tirk ên li ser hesabê xaka Sûriyê ji ber gelek gelek sedeman e. Ji wan, gelek dewletên ereban bi aloziyên xwe yên hundirîn ve mijûl in ku piştî 'Buhara ereban zêde bûn, Ji bilî vê yekê jî milê îdeolojîk û siyasî yê projeya osmanî ku koma Îxwan Mislimîn nûnertiya wê dike û hê jî di gelek dewletên ereban de heye."

Îlhamî El-Milêcî bal kişand ser guhertina demografî ku dewleta Tirk li Sûriyê pêk tîne û wiha pê de çû: "Ev rewşeke xeter e. Heger dewleta Tirk di vê yekê de bi ser bikeve dê encamên wê xeternak bin, dê bibe zemîna dagirkirineke mêtîngerî ya Tirkiyê li wan herêman, mîna ku li Lîswa Îskenderon a Sûriyê ya dagirkerî bûye. Li ser vê yekê divê hemû li hember vê siyaseta xeter bisekinin."

'AVAHIYÊN MÊTÎNGERIYÊ ÇAVKANIYA PENCEŞÊRÊ DI LAŞÊ SÛRIYÊ DE NE'

Piştî ku dewleta Tirk Efrînê dagir kir dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê kir, malbatên çeteyan di wan de bi cih kirin. Di 3`ê Gulanê de Erdogan projeya nû bi alîkariya komeleyên îxwanî yên qeterî, kiwêtî û filistînî ragihand da ku milyon koçberê sûrî di nava 13 herêmên sûrî yên dagirkirî de di serî de Efrîn, Ezaz, Cerablus, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê de bi cih bike.

El-Milêcî wiha domand: "Avakirina avahiyên li herêmên li bakurê Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kiriye  xeteriya hebûnê li ser Sûriyê çêdike, mîna çavkaniya penceşrê di laşê sûrî de ne. Ji bo vê yekê jî divê dewletên ereban tavilê têkevin tevgerê da ku lîstina bi demografiya Sûriyê rawestîne. Ji ber xeteriya wê dê li tevahî herêmê belav bibe."

Girêdayî daxuyaniyên li ser projeya "Osmaniya nû" ku ji aliyê berpirsên dewleta Tirk ve têne dayîn El-Milêcî wiha axivî: "Osmaniya nû xeteriyek li ser herêmê û gelê wê ye. Fikreya vejandina wê ne nû ye. Lê vedigere sedsala 21`an ku ji aliyê serokê Tirkiyê yê berê Turgut Ozal ve hate ragihandin. Ji wê dîrokê ve rêveberiyên Tirkiyê yên li pey hev bi hemû hêza xwe dixwazin vê xewnê ser hesabê parçekirina nexşerêyên erebî û jinûve avakirina nasnameya wê li ser esasê toranî be, pêk bînin. Her wiha bi hemû hêza xwe hewl didin ku ber bi yekitiya gelên Tirkiyê ji Deriyaya Ege û heta sînorê Çînê ve biçin."

Îlhamî El-Milêcî îşaret bi girîngiya sekna li hember projeya osmaniya nû kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev proje li ser herêmê xeter e. Divê bi xebata hevpar û bi hemû rê û rêbazan li hemberî wê were sekiandin. Ji bo rê girtina li ber zêdegeviyn Tirkiyê, di serî de divê planên wê werin teşhîrkirin û asta xeteriya wê ji gelên herêmên Ereb û Kurd re eşkerekirin, da ku karibin li hemberî van siyasetên mêtîngeriyê bisekinin û têk bibin."

(bx)

ANHA