Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser gundên Minbicê dijwar dike

 Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê gundê Tûxar ê bakurê Minbicê bi çekên giran topbaran kir.

Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser gundên Minbicê dijwar dike
29 gulan, 2022   10:19
MINBIC

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker vê sibê gundê Tûxar ê bakurê bajarê Minbicê bi hawan û çekên giran û navîn, topbaran kir.

Duh jî artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir ê li bakur rojavayê Minbicê, gundên Seyade û Yalinlî topbaran kiribû û 10 top li her du gundên navborî ketibûn. Her wiha gundê Um Cilûd ê bakurê bajarê Minbicê bi çekên giran û navîn hatibû topbarankirin.

(cx)