Avahiyên mêtingehiyê yên Tirkiyê: Romana sexte

Dewleta Tirk planên xwe yên mêtîngeriyê li herêmên bakurê Sûriyê didomîne bêyî pêşî lê were girtin û were muhasebekirin. Dewleta Tirk dosyaya penaberên sûrî weke amûrekî mirovî bi kar tîne ku bi rêya wê demografiyaya herêman û nasnameya wan biguhere.

Avahiyên mêtingehiyê yên Tirkiyê: Romana sexte
27 gulan, 2022   07:19
XEZA

Dewleta Tirk di çarçoveya guhartina nasnameya herêmên dagirkirî de, avakirina avahiyên mêtîngeriyê berdewam dike. Şêniyên Efrînê û yên herêmên dagirkirî ji 4 salan ve li dijî projeyên dagirkeriyê disekinin, lê civaka navneteweyî li hember van sûcan bê deng e. Berovajî wê di bin perdeya mirovahî de dewleta Tirk ji bo projeyên xwe destekê digire.

Di projeya dewleta Tirk de, rêxistin û komeleyên navdewletî û erebî destekê didin wan.  

KOMELEYÊN FILISTÎNÎ YÊN DESTEKÊ DIDIN AVAKIRINA AVAHIYAN KÎ NE?

Komeleyên filistînî yên piştgirî û destekê didin projeya dewleta Tirk a bicihkirinê li herêmên dagirkirî li hundirê Îsraîlê ne. Ji wan komeleya El-Eyş Bîkeramê, komeleya alîkariyê ya 48’an û komeleya Qilûb Rehîme. Ji navê wan diyar e ku girêdana wan bi partiyên îslamî yên li Îsraîlê û partiyên xwedî îdeolojiya îxwanî hene.

Îsraîlê komkirina miqdareke mezin a pereyan hêsan dike û bi rêya bankên xwe vediguhêze aliyên tirkî. Li vir diyar dibe ku Îsraîl jî di vê mijarê de beşdar e.

Lê belê, çawa ev komele danûstandinê bi karûbarên filistinî yên hundir re dikin? Ligel azarên penaberên filistîniyên li kampên li Xezayê, ev komele destekê didin avakirina avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî. Bi wê yekê re eşkere dibe ku destê Îsraîlê di bîroya diravî de yan jî çalakiyên diravî yên ji Îsraîlê derdikevin de heye.

Îsraîlê qeydên tund li ser mekanîzmaya veguhastina pereyan ji Îsraîlê ber bi herêmên Filistinê ve ferz dike. Bo nimûne, nahêle pere ji Xezayê re were şandin.

Lê ji bo mijara şandina pereyan ji bankên Tirkiyê re hêsanbûneke mezin heye. Ev komele miqdareke mezin a pereyan ji aliyên Tirkiyê re dişînin, da ku projeyên bicihkirinê pêk bînin. Li hember vê yekê divê mirov bibêje ku "komeleyên filistînî yên îslamî" yên pereyên ji bo projeyên bicihkirinê dişînin, komeleyên li hundirê Îsraîlê ne û girêdana wan bi projeya Tirkiyê re hene.

ÇIMA DIVÊ ROMANE TIRKIYÊ WERE ŞÎROVEKIRIN?

Dewleta Tirk bênavbera propagandaya projeyên xwe yên bicihkirinê dike ku projeyên mirovî ne û destekê didin penaberên sûrî. Wiha dewleta Tirk azarên penaberan veguherand dosyaya xapandinê. Bi wê yekê re dewleta Tirk trajediya penaberan kir tevgera bingehîn a xapandina hemû mirovan ku alîkariyan kom bikin. Diyar dibe ku çawa dewleta Tirk propagandaya xwe ya mirovî ya derew ji bo rewabûna kiryarên bicihkirina penaberên sûrî û avakirina avahiyên mêtingehiyê li xakên dagirkirî bi kar anî.

Zehmet e ku komele û rêxistinên beşdarî komkirina alîkariyan bûne ji dewleta Tirk werin qutkirin û were gotin ku dewleta Tirk bi tena xwe projeya bicihkirinê bi rê ve dibe.

Komele di çêkirina propagandayê de beşdar in û piştgirî didin pêkanîna projeya dewleta Tirk. Di encamê de ev komele û rêxistin şirîkê projeya bicihkirinê ya dewleta Tirk in.

Ji ber wê yekê divê çîroka dewleta Tirk a der barê kiryarên bicihkirin, guhartina demografîk û nasnameyê li herêmên dagirkirî de werin şîrovekirin û xebat li ser eşkerekirina xeteriya siyaseta Tirkiyê were kirin.

GELO DIVÊ HEMÛ WELATÎ ÇI BIZANIN?

Projeya bicihkirinê, projeya avakirina avahiyên niştecihî yên giştî ne; ji malê bigire heta bi dibistanê. Her wiha di wê çarçoveyê de, rê were girtin û nasnameya herêmê were guhartin, lê çima? Da ku ji komên welatiyan bicihbûna li şûna şêniyên resen were helalkirin, mal û milkên wan werin desteserkirin û nasnameya wan were îmhakirin.

Li ser vê bingehê, şahideyên şêniyên Efrînê û bajarên din ên dagirkirî yên ku ji warên xwe hatine koçberkirin, van pirsan çêdike; Gelo projeyên ku dewleta Tirk serkêşiya wê dike projeyên mirovî ne? Em çawa dikarin koçberkirina komeke mirovan ji cihê wan û bicihkirina kesên din li şûna wan fêm bikin û piştre vê yekê wekî karekî mirovî bi nav bikin?

Wê demê, gelo dewleta Tirk çi dixweze? Tiştekî eşkere ye, dewleta Tirk dixwaze nîşaneyên dîrokî, nasname û demgorafiya herêmê biguhere, bajar û sînorên nû ava bike, da ku hegemoniya xwe li ser herêm û kapasîteyên wê misoger bike.

(fr)

ANHA