​​​​​​​Malbat û wasiyê rêber Ocalan serî li dozgeriyê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Malbat û wasiyê rêber Ocalan serî li dozgeriyê da
27 gulan, 2022   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan birayê rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da. Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Malbatan her wiha serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.

Piştî biryara redkirinê ya dadgehê, parêzeran astengkirina ‘bêhiqûqî’ ya serdana malbatan di 26’ê Gulanê de li Dadgeha Destûrê ya dewleta Tirk gilî kir.