73 xwendekarên din ji Zanîngeha Rojava derçûn

Zanîngeha Rojava di bin dirûşmeya "Derçûyîyên zanîngehê pêşeroja civakê ne" de, şahiya derçûna beşa çaremîn a xwendekarên xwe li dar xist.

73 xwendekarên din ji Zanîngeha Rojava derçûn
73 xwendekarên din ji Zanîngeha Rojava derçûn
73 xwendekarên din ji Zanîngeha Rojava derçûn
73 xwendekarên din ji Zanîngeha Rojava derçûn
73 xwendekarên din ji Zanîngeha Rojava derçûn
73 xwendekarên din ji Zanîngeha Rojava derçûn
73 xwendekarên din ji Zanîngeha Rojava derçûn
73 xwendekarên din ji Zanîngeha Rojava derçûn
21 gulan, 2022   14:17
QAMIŞLO

Nûnerên Rêveberiya Xweser, kadroyên perwerdeyê û malbatên xwendekaran di şahiya ku li hola civînan a Zanîngeha Rojava de hat lidarxistin, beşdar bûn.

Di destpêka şahiyê de deqeyeke rêz hate girtin, piştre hevserokê Zanîngeha Rojava Ebdulîlah Mistefa derçûn li xwendekar û malbatên wan pîroz kir û got"Bi îradeyeke xurt em îro tên zanîngeh û fakulteyên xwe, îro xwendekarên me dê bi raman û pênûsa xwe ji bo pêşeroja me têbikoşin."

Ji aliyekî ve, hevseroka Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohan Mistefa got: "Em şehîdên xwe yên ku bi saya fedakariya wan em gihîştin roja îro, roja derçûna koma çaremîn a xwendekarên me, bi bîr tînin. Ji ber wê jî ti kes nikare îradeya me ya xurt têk bibe, îradeya ku îro rê da me ku em zanîngehên xwe vekin û xwendekarên me jê derbiçin."

Rohan Mistefa anî ziman ku ew ê têkoşîna di nav şoreşa Rojava de dewam bikin heta ku bighêjin baştirîn encam.

Piştre, xwendekarên derçûyî yên, Fakulteya Zanistên Perwerdeyî, Fakulteya Wêje û Zanistên Mirovî, Jineolojî, Zanista Civakî û Fakulteya Petrokîmya" ji aliyê hevseroketiya Zanîngeha Rojava, fermandarê hêzên QSD'ê Mazlûm Gulo û berdevkê Kongra Star Remziye Mihemed ve, hatin xelatkirin.

Her wiha, bi boneya şahiyê, lêkolîner û helbestvan Salih Heydo çend helbest gotin, piştre hunermend Sefqan Orkêş, Beha Şêxo, Ecîb Îbrahîm, Îmad Darî û Îsmaîl Yûsif ve stran gotin.

Tê zanîn ku sê komên xwendekaran di salên 2019-2020-2021'an de ji Zanîngeha Rojava derçûn.

ANHA